Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ol ol
Îzafe ola olên
Çemandî olê olan
Nîşandera çemandî olê wan olan
Bangkirin olê olino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî olek olin
Îzafe oleke oline
Çemandî olekê olinan

ol

  1. dîn, bawerî, ayîn, diyanet, îman, înan
    Ola Îslamê
    Ola Cihûyan
    Ola Fileyan

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

  Peyva "ol" bi şaşî tê bawerkirin ku ew peyveke resen ya zimanê kurdî ye. Lê di rastiyê de ew forma xirabkirî ya peyva yol () ya tirkî ye. Peyva dîn bi minasibtir e, bi hezaran salan e ku di zimanên îranî û samî de heye anku ne tenê ji erebî ye û kurdan ji wan girtiye.

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji tirkî yol (). Ihtimal e ku ew pêşî bi maneya "terîqet" hatiye xebitandin û dû re maneya "dîn" girtiye. Hin nimûneyên din yên ku di kurdî de "y" ya destpêkê ji peyvên ji tirkî deynkirî dikeve ev in: aprax / îprex (ji tirkî yaprak (belg, belçim)) û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji yavaş ya tirkî).

Bingehê peyva "terîqet" bi xwe di erebî de "rê" ye, ku bi tirkî dibe yol. Tiştekî herwiha pirr giştî û berbelav e ku mirov "dîn" dişibîne "rê": "rêya rast", "cîhad di rêya Xwedê de", "rêya Xwedê". Herwiha Ferhenga TDKê (saziya fermî ya zimanê tirkî) peyva tarikat (terîqet) wiha ravedike: "Aynı dinin içinde birtakım yorum ve uygulama farklılıklarına dayanan, bazı ilkelerde birbirinden ayrılan Tanrı'ya ulaşma ve onu tanıma YOLLARINDAN her biri" (girkirina herfan ji min).[1]

Dîsa peyva "yol" wiha tê ravekirin: "Karada, havada, suda bir yerden bir yere gitmek için aşılan uzaklık, TARIK" (girkirina herfan ji min).[2]

Herwiha ferhenga Sesli Sözlük li hember peyva "yol" yek ji peyvên ku daye "tarik" (terîq) e.[3]

Dîsa heman ferhengê peyva "tarikat" (terîqet) wek "yol, manevî yol".[4]

Çavkanî:
  1. Dezgeha ziman ya tirk (TDK): tarikat
  2. Dezgeha ziman ya tirk (TDK): yol
  3. Sesli sözlük yol
  4. Sesli sözlük tarikat

Werger biguhêre

Esperantoyî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  • IPA: /ol/
  • Kîtekirin: ol

Girêdek biguhêre

ol

  1. (kêmtir yan zêdetir) ji
    Ŝi estas pli bela ol li.
    Ew ji wî pirtir xweş e.

Etîmolojî biguhêre

Ji almanî als.

Slovenî biguhêre

Navdêr biguhêre

ol nêr

  1. bîre

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên bîre hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkmenî biguhêre

Cînav biguhêre

ol

  1. ew

Tokpisinî biguhêre

Cînav biguhêre

ol

  1. ew (pirjimar), wan

Volapûkî biguhêre

Cînav biguhêre

ol

  1. tu (wek biker)