Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Baneşan biguhêre

noş

  1. noşîcan, afiyet, xweşî, bo tendiristiyê xweş yan baş
    Noşî can be!"Xêrê jê bibînî! Bixêr be!" - ji kesekî re tê gotin yê ku tiştekî dixwe yan vedixwe
  2. (neolojîzm) Dema ku alkoholvexwarin li şûna ku mirov bibêje "afiyet be!"

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb
    Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb
    Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî نوش‎ (nûş: vexwirak, vexwarin < vexwarina ebedîtiyê / nemirinê, elîksîr, panjehr, hingiv), pehlewî enoş, avestayî eneoşe- ji en- (ne, na) + eoşe- (mirin) ji zimanên îranî. Ji eynî rehî: nişadir.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.