Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nav nav
Îzafe navê navên
Çemandî navî navan
Nîşandera çemandî navî wan navan
Bangkirin navo navino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî navek navin
Îzafe navekî navine
Çemandî navekî navinan
 
Di nivîsîna misriya kevn de çemberek li dor navên kesan dihat xêzkirin.

nav nêr

  1. peyva ku kesek pê tê nasîn:
    - Navê te çi ye?
    - Navê min Elî ye.
    • Herçi bîvêrê ku navê dilberê bêtin li ser,
      Xweş dibit hadir di gavê bêguman û şubhe ye.
       — (Melayê Cizîrî: Dilberê Serdarê Xuba)
  2. peyveke taybet ku welat, bajarek an devereke din pê tê nasîn
    Navê paytextê Spanyayê çi ye? - Madrîd e.
    Navê gundê me Bêxebar bû.
  3. peyveke taybet ku heywanek pê tê nasîn:
    Navê kûçikê wan Beşo ye.
    Ma we ti nav li pisîka xwe nekirine?
  4. peyva ku tiştek an heyberek pê tê nasîn
    - Navê van gulan çi ye?
    - Navê wan beybûn e.
    - Navê vî amûrî bi kurdî çi ye?
    - Navê wî çekûç e.
  5. navûdeng, navdarî, meşhûrî
    • Dûr bû ji wî zad û te’am,
      Xizmet dikir daim mudam,
      Navê wî çûbû şerq û şam,
      Kamil ji qedr û qîmetê
       — (Feqiyê Teyran: Bersîsê Abid)
  6. (rêzimanî) navdêr

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
    Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
    Paşî bi ilhamê Rebb-il 'alemîn
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *h₁nómn̥. Hevreha soranî ناو‎(naw‎), kurdiya başûrî naw, lekî nam, hewramî name, zazakî name, belûçî û farisî نام(nam), tacikî û osetî ном (nom), peştûyî نوم‎(num), pehlewî 𐫗𐫀𐫖‎(nam), partî 𐫗𐫀𐫖‎(nʾm‎) / 𐭍𐭀𐭌(nam), farisiya kevn 𐎴𐎠𐎶 (n-a-m /nāma/), avestayî 𐬥𐬁𐬨𐬀𐬥(nāman)... sanskrîtî नामन् (nā́man), hindî नाम (nām), urdûyî نام‎(nām), maratî नाव (nāv), nepalî û sindhî नाउँ (nāũ)... hîtîtî 𒆷𒀀𒈠𒀭 (lāman)... almanî Name, holendî naam, îngilîzî name, swêdî namn, norwecî namn / nav, danmarkî navn, îzlendî nafn... oskanî 𐌍𐌖𐌌𐌍𐌄𐌝𐌔 (numneís), umbriyî 𐌍𐌏𐌌𐌄 (nome) û 𐌍𐌖𐌌𐌄𐌌 (numem), latînî nomen, îtalî û portugalî nome, fransî nom, romanî nume, spanî nombre... yûnaniya kevn όνομα (ónoma)... ermenî անուն (anun) (anun)... bretonî anv, îrlendî ianm... albanî êmën / emër... rusî и́мя (ímja) (íma), polonî imię, miano.

Bo guherîna M bi V di kurdî de, binêrin herwiha: dav, gav...

Çavkanî:
  • Beekes, Robert S. P. (2011): Comparative Indo-European Linguistics: An Introduction, revised by Michiel de Vaan.
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • Ringe, Donald (2006): From Proto-Indo-European to Proto-Germanic (A Linguistic History of English; 1), Oxford: Oxford University Press
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nav nav
Îzafe nava navên
Çemandî navê navan
Nîşandera çemandî navê wan navan
Bangkirin navê navino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî navek navin
Îzafe naveke navine
Çemandî navekê navinan
 
nava avahiyekî

nav

  1. hindir, merkez, navend, nîvek, navber, daxil, beyn, navbeyn, di nav de, li gel, pê re
    li nav malê
    di nav me de.
    di nav kaxezê re.
    ji nav wan kesan.
    • Li nav narê, evê pêtê,
      Li ser sêlê xewa kê tê,
      Ecel gurg e yeqîn kê tê,
      Te ne fikr e û ne ew kar e...
       — (Feqiyê Teyran: Rabe dilo, dilo rabe!)

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ناو(naw), farisî ناف(naf) (navik), pehlewî 𐭭𐭠𐭯𐭪‎(nāfag, nafeg: navik)... sanskrîtî नभ्य (nábhya) û नाभि (nā́bhi)... latviyayî naba... almanî Nabe, Nabel, holendî naaf, îngilîzî nave, navel, swêdî nav, navel, danmarkî nav navle... ermenî անիւ (aniw)... yûnaniya kevn ὀμφαλός (omphalós)... latînî umbilīcus, fransî nombril, ombilic, îtalî ombelico, portugalî umbigo, spanî ombligo... hemû ji proto-hindûewropî *h₃nobʰilos ji *h₃nebʰ- (nav, nîve; navik).

Binêre herwiha: hinav, navik.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Werger biguhêre

Daçek biguhêre

nav

  1. hindirî, daxilî, jûr:
    Hat nav malê
    Were nav dikanê.

Etîmolojî biguhêre

Binêre: nav (navdêr 2)

Werger biguhêre

Bretonî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Hejmar biguhêre

nav

  1. neh, 9

Danmarkî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê

Îngilîzî biguhêre

Kurtenav biguhêre

nav

  1. kurteya navigation

Lombardî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav

  1. keştî, gemî, sefîne, baxîre

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Luksembûrgî biguhêre

Lêker biguhêre

nav

  1. ne (ew) e
  2. ne (ew) in
  3. bila (ew) neke
  4. bila (ew) nekin

Norwecî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê

Romanî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav nêr

  1. nav (ism)

Piedmontîsî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav

  1. keştî, gemî, sefîne, baxîre

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Romancî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav

  1. keştî, gemî, sefîne, baxîre

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Swêdî biguhêre

Navdêr biguhêre

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê