Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

 
Mora serokkomariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (1)

mor

  1. Nîşana ku çêkerê/a belgenameyeke fermî li wê belgeyê dide daku were zanîn ku resen e anku ne sexte ye.
  2. Amûra ku ew nîşan pê tê çêkirin.
  3. (mecazî) taybetmendî, xusûsiyet
  4. (mecazî) bandor, tesîr
    Vê nûçeyê mora xwe li rojevê kir.
  5. (reng) Rengek e û hevtaya wê qehweyî ye. #623017
    Hevmane: qehweyî
    Pezê mor, pezê gewr

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Qîmetşinasê morê tê *
    Rengê sipî û sorê tê
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî مهر(muhr), ji zimanên îranî, bi pehlewî mihr, mitr, parsî mîhr, hexamenîşî mitre-, miθre-, avestayî miθro-, sanskrîtî मित्र (mitre-), hemû ji proto-hindûaryanî *mitra- (peyman, ehd). Heman peyv serekaniya mihrevan ya kurdî ye jî. Idiaya Beghyani, ku dibêje peyva mîr jî jê ye, bêbingeh e. Peyva kurdî "muhr" û ya farisî مهر‎ (muhr) bi forma erebîkirî ve ji erebî li kurdî û farisî vegeriye.

Werger biguhêre

Navdêr 2 biguhêre

mor nêr

  1. (reng) Rengê ku çêdibe dema ku rengê sor û yê şîn bên têkilkirin.
    Hevmane: binefşî, xemir
    rengê mor: #7F00FF

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî مۆر(mor), tirkî mor, ji yûnanî μόρον (móron) (móron: - ku rengê wan mor e), bide ber latînî muratus, spanî morado, asturyanî moráu... hemû bi maneya "mor".

Werger biguhêre

Rengdêr biguhêre

mor

  1. (reng) Rengê ku çêdibe dema ku rengê sor û yê şîn bên têkilkirin.
    Hevmane: binefşî, xemir

Werger biguhêre

Navdêr 3 biguhêre

mor [1]

  1. mêşûmor, moz, mêş û ajelên din yên wek wan

Werger biguhêre

Talişî biguhêre

Navdêr biguhêre

mor nêr

  1. mar

Bi alfabeyên din biguhêre

Aromanî biguhêre

Lêker biguhêre

mor

  1. mirin

Bretonî biguhêre

Navdêr biguhêre

mor nêr

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Danmarkî biguhêre

Navdêr biguhêre

mor

  1. (malbat) dayik,

Kornî biguhêre

Navdêr biguhêre

mor nêr

  1. (erdnîgarî) derya, behr, dengiz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên derya hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Norwecî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mor

  1. (malbat) dayik,

Swêdî biguhêre

Navdêr biguhêre

mor

  1. dayik

Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

mor

  1. (reng) mor, xemrî
  1. Ferhenga Kurdî-Tirkî. Amadekar, Zana Farqînî. Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê. Çapa 2. 2005. Rûpel:1212 û 1239.