Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mehîn mehîn
Îzafe mehîna mehînên
Çemandî mehînê mehînan
Nîşandera çemandî mehînê wan mehînan
Bangkirin mehînê mehînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mehînek mehînin
Îzafe mehîneke mehînine
Çemandî mehînekê mehîninan
 
Mehîn û kurî.

mehîn

  1. hespa
    • ملزم و خرک هر دو مشار قطع برین سن ددان
      ابل و بعیر عیس و جمل ناقه جماذ او دڤه نه
      حجر مهین هم عقله مهر کری هسپه حصان
       — (Ehmedê XanîNûbihara Biçûkan1683)
    Milzem û xirk herdu mişar; qeṭʿ-i birrîn; sinn-i didan
    Ibl û beʿîr, ʿîs û cemel, naqe cemaz̤, ew deve ne
    Ḥicr-i mehîn hem ʿeqil e; muhr-i kurî; hesp e, ḥiṣan

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî مایین(mayîn), zazakî mahîne hewramî mayînî, farisî مادیان‎ (mādiyān) û pehlewî mādiyān... hemû ji zimanên îranî, têkilî ma- (mak; ).

Bo H di kurdî de beramberî D di farisî û pehlewî de, bidin ber bahîv.

Herwiha bidin ber maker.

Peyva azerî madyan / مادیان‎‎, ermenî մադիան (madian) û osmanî مادیان‎ (madiyan) ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Ji aliyê etîmolojî ve mehîn ne hevreha hevwateya xwe ya îngilîzî anku mare ye.

Werger biguhêre

Lêker biguhêre

mehîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. (şîr bûn mast) Baştir: meyîn
  2. (dengê bizinan) Binere: mee-mee
  3. (jê kêm bûn) Binere: mehandin

Rengdêr biguhêre

mehîn

  1. (ji "meh"ê) Binere: mehî