Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

Lêkera gerguhêz
Rehê dema niha -lîz-
Rehê dema borî -lîst-
  TEWANDINA LÊKERÊ
 
Du zarok bi gog û avê dilîzin.

lîstin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. yarî kirin, bazî kirin, geme kirin, le'b kirin
    Min futbol lîst; min veşronek lîst.
    • îshokey, li dunyayê yek ji wan lîstikên populer e. Li ser qeşayê tê lîstin. Lîstikeke bi lez û dijwar e. Tîma wê ji şeş kesan pêk tê. Sê lîstikvan li pêş, dudu li hêla paş, qeleyê diparêzin û yek jî qelecî ye. Sê peryodan tê lîstin û her peryodek jî 20 deqîqe ye. Divê lîstikvan bi kaşoyan gogê bavêjin qeleya hember. — (KomxebatAnsîklopediya ZarokanAPEC2004ISBN 91-89675-32-0)
    • Veşartok lîstikek e ku hemû zarok pê dizanin û dikarin bilîzin. Yek disekine, çavên xwe digire û dijmêre û yên din jî dest pê dikin û xwe li gelek ciyan vedişêrin. — (KomxebatAnsîklopediya ZarokanAPEC2004ISBN 91-89675-32-0)
    • Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin. — (Hesenê MetêLabîrenta CinanWeşanên Peywend, ISBN ISBN:9789197125475)
    • Hîkmet, Tevfîk, Safter û Mezo jî bi Bedîrxan dilîstin û ew dilorandin. — (Mehmed UzunBîra Qedere)
  2. aktorî kirin, şanogerî kirin:
    di filmekê/şanoyekê de lîstin

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

Têkildar biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Belkî hevreha farisî آلیختن(alîxten, hilavêtin, xwe avêtin), ji îraniya kevn *rais- (xwe avêtin), sanskrîtî "rej-", ji proto-hindûewropî *leig-, *loig-. Ji formek hindûewropî wek *loyg-éye-ti > hindûîranî *laycayati > îranîkî *leyceyeti û paşê wek *lejîd-/*lejîst- di kurdî de hebe ku paşê bûye lehîstin, bi bişivîna j>h. Guhartoyên sereke ên leystin û lîstin ji forma berê lehîstin in. Li hin deveran bûye lihîstin>lîstin, li hin deveranlehîstin>leystin. Hevreha litvanî láigyti (çirtik û lotik avêtin, li dor xwe avêtin wek lîstin), ingilîzî like, -ly, -like û lich, elmanî -lig, laichen û Leiche. Ev reha hindûewropî tenê ji peyvên zimanên balto-slavî, hindûîranî û cermenî dikare bê jinûvesazkirin. Gumandarî ye ku zimanên din ên kurdî lêkerek wiha na lê ên bi lêkerek alîkar çêkirî bi kar tînin, bide ber zazakî kay kerdene û soranî/badînanî yarî kirin.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lîstin lîstin
Îzafe lîstina lîstinên
Çemandî lîstinê lîstinan
Nîşandera çemandî lîstinê wan lîstinan
Bangkirin lîstinê lîstinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lîstinek lîstinin
Îzafe lîstineke lîstinine
Çemandî lîstinekê lîstininan

lîstin

  1. yarîkirin, lîstikkirin, gemekirin
    lîstina bi gogê

Werger biguhêre