Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurd kurd kurd
Îzafe kurda kurdê kurdên
Çemandî kurdê kurdî kurdan
Nîşandera çemandî kurdê kurdî wan kurdan
Bangkirin kurdê kurdo kurdino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurdek kurdek kurdin
Îzafe kurdeke kurdekî kurdine
Çemandî kurdekê kurdekî kurdinan
 
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser kurd heye.

kurd mê û nêr, k-ya req, r-ya nerm

  1. Neteweyê serekîKurdistanê.
  2. Kesên kurdîziman, kesên zimanê wan ê yekem kurdî ye.
  3. Kurdistanî, kesên ji neteweyê serekîKurdistanê.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Şêxim, tu dizanî ev Cizîr e
    Têk da kubera û kurd e mîr e
    ihsan bike perdeyê hilîne
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Têkilî biguhêre

{{stûn|

Etîmolojî biguhêre

Wek navê piraniya miletan, etîmolojiya peyva "kurd" jî ne bi temamî zelal e. Gelek caran eynî nav li du yan çend komên etnîkî hatiye kirin. Bo nimûne kurmanc/kirmanc ji zaravaya xwe re dibêjin "kurmancî/kirmancî" û ji dêrsimiyan re dibêjin "zaza". Lê dêrsimiyên zaza ji xwe re dibêjin "kirmanc" û ji kurmancan re dibêjin "kirdas"! Rûsî ji almanan re dibêjin "nêmêts" lê ereb ji awistriyan re dibêjin "nemsayî" ku eynî peyv e!

Wisa diyar e ku peyva "kurd" gelek kevn e: di pehlewî de wek "kurt/kwrt" hatiye nivîsîn, di sûmerî de "kerde", di aramî de "qerdu", di yûnaniya kevn de "kyrtî"... Lê ne diyar e ka mebesta wan peyvan gelê kurd yê niha ye yan jî na. Lê taliyê jî ne diyar e ka maneya wê peyvê çi ye. Lê belkî ji peyva "kur" (çiya) ya sûmerî be ji ber ku sûmeriyan ji miletên di ser xwe re yên li joriya Mezopotamyayê re, li deverên çiyayî, digot "karda".

Belkî ji zimanên îranî sûmerî [Peyv?] be.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.