Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hevîr hevîr
Îzafe hevîrê hevîrên
Çemandî hevîrî hevîran
Nîşandera çemandî hevîrî wan hevîran
Bangkirin hevîro hevîrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hevîrek hevîrin
Îzafe hevîrekî hevîrine
Çemandî hevîrekî hevîrinan
 
Hevîr

hevîr nêr

  1. Arê (ardê) ku têkilî nav avê hatiye kirin daku hev bigire û paşî nan jê tê çêkirin.
    Girikên hevîrî.
    Hevîr tiştê strandî ya ku ji tiştekî toz û avê pêk tê ye. Mînak hevîrê ard heye. Mirov hinek av bera ser ard dide û distrê. Ew dibe hevîr. Her wiha hevîrê heriyê, hevîrê garisan, hevîrê ceh û hin wekî din jî dibe.
    Ev hevîr dê gelek avê vexwe.
    Anku ev arîşe an jî babet dê gelek dirêj be.

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî هه‌ویر(hewîr), kurdiya başûrî xewîr / xemîr, belûçî همیر(hemîr), zazakî mîr, farisî خمیر(xemîr), ermenî խմոր (ximor), azerî xəmir, tirkî hamur... hemû ji erebî خَمِير(ḵamīr) ji خمر(xemere, meyîn, perçivîn, pif bûn) têkilî خمر‎ (xemr: mey, vexwarina meyandî > kurdî xemir) ji aramî [Peyv?] yan jî hevreha aramî חמע / ܚܡܥ (x-m-'-: meyîn), îbrî חמץ (x-m-ts-: meyîn) û herwiha erebî حمض‎ (ḥ-m-ḍ-: tirş bûn) ku serekaniya peyva kurdî havên e.

Bo diyardeya guherîna X bi H, bidin ber farisî خشک(xoşk) û kurmancî hişk. Hem "hevîr" û hem jî "havên" ev demekî gelek dirêj e ku di kurdî de cih girtiye ji ber ku ji sedsala 12an pz ve êdî M di kurmancî de nabe V.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.