Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

esîd

  1. xurekekî şîrîn e ku, payizan bi têkilkirina ard û şîreya tirî tê çêkirin. payizan tirîyê rezan tê çinîn û tê guvaştin, şîre jê tê derxistin, ew şîre di sîtilek de tê kelandin û kefa wê tê girtin, paşê tê sarkirin, bi qasê pêwîst ardê xase têkilê wê tê kirin û vêca her du pêkve li ser agir tên danîn û bi darekî dirêj yê taybeti tên tevdan, dipijin û bi wî awayî, pêkve dibin "'esîd". Esîd li ser hin çarşevan tê raxistin û li ber tavê tê hişkkirin, paşê ji ser wan çarşevan tê hilkirin û dibe bastêq. Herwisa, ji esîdê benî jî tên çêkirin. Hin dendikên gûzan yan behîvan bi ben ve tên kirin, di esîdê de çend car tên nûqkirin û bi wî awayî, pêkve dibin benî. hvm: "helîl" û "pilor"
    Zarok û mezin tev, ji esîdê pir hez dikin.

Herweha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre