Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

derbest

  1. dergirtî, nixamtî
    Tiştê ku derê wî hatiye girtin û bestin.
    • bi wêne û helwest e
      xeyal tê de serbest e
      tirs ji ber wê bindest e
      bê awaz be derbest e
       — (Ferhadê Içmo, Helbest [arşîv], helbestakurdi.com2002)
    • Ey keça ciwan ser renga hinek al,
      Der best nînim, rêbarim, derbest nînim, revok nînim
      Dizanî şerpeze û derbest yekcar çira min
       — (Prof. Qanatê KurdoTarixa edebyeta kurdi [arşîv], 1992, çapa 2em, r. 317)
  2. Cidî, muhîm.
    • Pêwîst û girînge ku li ser heman astê ciddî û derbest û bi wefadarîya Neteweyî û Niştîmanî, dûr ji torebûn heqaret û kardanên kesokî – şexsî bê bi karanîn. — (Konseya rêveber ya KNK, Hildana Ala Herêma Başûrê Kurdistanê li Kerkûk [arşîv], kongrakurdistan.eu2017)
    • Heke dewlet bi awayekî derbest li Yeşil digere, ew çawa dikare here Başûr li ser navê dewletê ji bo anîna Şemdin Sakik xebatê bike? — (Azadiya WelatBêyî çeteyan şerê taybet nameşe [arşîv], Samî Tan, hj. 1221998, r. 2)
    • Tevî hewara mirovatî yê malbat û xelkê dilsozên din yên li Kurdistan û Îranê, rejîma Îranê bê xem û bê derbest ti cûre bersivek bi banga azadîxwazî, mirovperweriy û aşitîxwazîyê nade. — (KNK: Em xwedî li Penahî derkevin [arşîv], yeniozgurpolitika.com2018)
  3. Xeleq.[1]
    • Li ber dergehê
      Dilê min aza û serbest
      Vedwestin
      Vane
      Ji derbesta mirinê
      Bi dizî daketine
       — (Pênûsa nû0mîdên windayî [arşîv], Boniye Cegerxwin, weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, hj. 232014, r. 23)

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

derbest

  1. Guhartoyeke darbest.

Çavkanî biguhêre

  1. Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 88.