Wîkîferheng:Tomarkirina peyvên ji edebiyata kurmancî

Peyv Mane Jêgirtin Nivîskar Pirtûk Weşanxane Sal Rûpel Bikarhêner
ji ser guhê (yekî) derxistin

?, weku min ji ser dilê wî derxisten ango ez dûrî wî xistim, merov dikeve: ser dilê yekî jibo lêxe, an jî ser dilê keçekê dema ew maç dike yan pê re radizê, yan jî ser dilê xwarinekê pirr xweş.

Hewl da ku rabe ser piyan, min pihînek li singê wî da li ser qûna xwe li erdê ket. Tişta bûyî êdî bûbû. Bi hêrseke mezin, nefreteke xedar min lê da û nizanim çend gundî çi wextî pê hisiyan û hatin min ji ser guhê wî derxistin. Lê ez baş dizanim heta ku gundî hatin min têra xwe lê dabû.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 88 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şemalê

?

Hinek tişt mîna dûxana cixarê an jî wek spîtavkekê li nav dilê min, di nav gemariya hişê min de, baz didin li hev dialin; ez nikarim bigirim, ruh bidim wan. Di nava beden, şemalêyeke rasteqîn de bipêçim. Carê mijarekê hildibijêrim ji nav geremol û zibkê rabûrdûya xwe, çend peyv, an hevokan lê dikim.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 77 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
telbekirin

?

Gundiyan tev bi dilên germ, bi şahî, bi hêvî û diayên dewlemend, beranên xwe yên ku bi alifên têrtije, telbekirineke dijwar hatibûn xwedîkirin berdidan birên pez.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 71 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
îmana (yekî) qelandin

?, hem jî: îman leqand yan dîn leqand: tingijandin û hêrskirin û qehirandina pirr zor ku yekî ji bîr û baweriyê dûr dixe.

Ho Ayfer te îmana min qeland, ez di hestûyê bavê te de bimîzim.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 69 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
noqiç

?

Jixwe gava ku em zarok bûn, diçûn camiyê ji bo xwendina Qûr'anê, min tu carî dewrê xwe nikaribû jiberkira. Îcar melayê me bi noqiçên xwe yên nola keviran li serê min dida.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 65 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
çavgilmok

?

Bala xwe dayê ku Kurd li kêleka nûnerekî çavgilmok, bejinkurt rûniştiye û ketiye galegalan.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 57 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
beşera (yekî) girtin

?, beşere bi erebî ango çermê laşê mirovan, li vê derê tê bi wateya rû yan serçav, dibe ku biwateya ji fediya û tirsê weku ruwê wî bêronî maye.

Mela bi xwe jî şaş dibû ku çawa tiştekî wiha kiriye, te digot qey beşera wî hatibû girtin, hema li wê derê ev biryar girtibû.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 53 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
kurnêk

?

Selîm li ser çongan rûniştibû. Keserên kûr dikişand, kurnêkên pozê wî dihejiyan, mirov zanibû ku pir êşiyayê.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 50 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
zirzûl

?

  • Nivîsên ecêb weke zirzûleke maran lihevketî bûn.
  • Êdî xwedê jî nikare Ewropayê ji destên zirzûla wan a birçî û ji reşetariya wan xilas bike! — (Evdila Dirêj, Çopçî IV [arşîv], gulan-media.com22.11.2011)
Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 42 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şulî

?

Piştî kar û xirecira rojane, gundî li ciîhekî nêzî rê rûdinin. Bi çavên xemgîn, bêhnvedaneke kesergiran, awirên xwe şulî dikutin rê, li benda tiştekî disekinin.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 84 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şeşenan

?

  • Gava ku ez ji xew rabûm me taştêya xwe xwar. Min li salonê tupekî piçûk, şeşenan, hinek penêr, zeytûn, çay, şekir amadekirî dîtin.
  • Xêlelkê şûnda kulfeteke cahil şeşe nan tîne, datîne ser text, paşê diçe dodeke terikî tijî dew dike, tîne, datîne ber wan. Piç’e-piç’a dêw bûye, tirş bûye. — (Emerîkê Sardar, Tima [arşîv], amarikesardar.com2013)
Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 83 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
çalêv çalav?

?

Got "heyran tu çi zû razayî, ka were em çayekê vexwin. Ez ji ser cî rabûm min got, "hema ez ji nizanim çawa di xew re çûme." Em derbasî salonê bûn, li ser çalêvê misînekî avê hebû, serçavê xwe şuşt, bi pêjgîrek dor dantêlî ziwa kir, li kêleka apê xwe rûniştim.

Mihemed Şarman Pirça Winda Avesta 2016 82 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
eşkelî

?

Kenê Remezan bûbû eşkelî û awirên Cécilê yên "Binihêre, ez miroveke cidî me!" hilweşandibûn, kiribû ku ew jî dest bi ken bike.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 108 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
keremdayîn

?

Garsonê xortekî ciwan bixêrhatin dabû wan û piştî ku hîn bûbû Cécileê rezervaston çêkiriye, keremdayînek ber bi wê maseyê ve kiribû.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 106 Balyozxane (gotûbêj) 20:41, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şevşadî

?, şev-şad-î: şevmînxweşî, şevbaşî

Îsrafîl li ber dêrî ew verê kiribûn. Yeko yeko ji malê derketibûn û şevşadî xwestibûn ji hev re.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 102 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
hişê yekî dan ber gezan

Dema hişê yekî li ser mijarekê mijûl dibe. Xema wî tiştî dixwe û lê kûr dibe.

Lê tiştê ku hişê wî dida ber gezan ne we bû ku Cécileê ew efû bikira.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 96 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
zeyinîn

? ji erebî ye, ango xemmilîn, xweşikbûn

Hemû hatibûn li ser prînterê kom bûbûn û xwe dabûn benda peleke spî, lêbelê qet ne xema wê pelê bû û hêdî hêdî, bi kêfa dilê xwe ji prîntera xwe dizeyinî.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 90 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
sertaw

?

Cécileê ji şofêr heqdestê wî pirsîbû û ji çenteyê xwe yê destan pêncî frank derxistibû, dirêjî şofêr kiribû. Bi dû re sertaw ji şofêr standibû û bi destê Remezan girtibû.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 85 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
çind, çind kirin

?

Bi dû re vekişiyabû, li çavên wî nihêrîbû, her du destan bi rûyê wî girtibû. Hê jî çavên wan dibirûsîn. Dîsa xwe çind kiribû lêvên wî û vekişiyabû. Qutî ji destê Remezan girtibû û bi bayê lezê vekiribû.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 78 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
efsûnbar

? dibe ku efsaneyî be

Wekî ku agirek wî bifûre, li ser serê wan, di hundirê odeyê de bibe ewrekî efsûnbar.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 75 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
dilbizot

?

Raymond ji ser kursiyê rabûbû, berê xwedabû şûşeya şerabê ya li ser maseyê, ya li tenişta du qedehên dilbizot.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 73 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
kêswês ketin, kêswês, kêsvês ketin, kêsvês

?

  • Bêhna wê çikiyabû û kirasê aciziya xwe çîrçîrî kiribû. Bi lêdana deriyê odeya wê re kêswês ketibû govenda aciziyan, sazbendên êşan rawestiyabûn, xwêdana eniyên xwe paqij kiribûn.
  • Di mehên havînê de, dera ku hala zerzewatê ya kevin lê ye dibe hêwana hokêyê. Ev der bi giştî bo kesên ku ji gundan rojborî tên di rewacê de ye û piştî ku minîbêsa gundan a dawî bajêr bi cî dihêle, kêswês dikeve vî cîgehî. Di mehên Remezanê de jî, kesên ku li ber hêwanên hokêyê yên ku heta paşîvê vekirî dimînin li benda mêzan in dikevine rêzê. — (Eşref Temel, Okey/Hokêy [arşîv], bianet.org15.10.2012)
  • ”Îcar, ew qas tiştên tîne serê me ne bes e, ew rojê carekê digazine ku odeyeke wî ya xebatê tune ye. Ev çi xebat e? Ma tu êzingan dikî, yan komirê? Tu bîran dikolî, yan menzelan? Ma her teref ne ode ne?”(r.14), çi ku Karahan –bêguman nivîskarê wî yê ku çep û çûp davêje ber jinê– dizane wekî her teref ode bin jî, bi carekê re kêsvês bikeve derdorê jî, heqîqeta ku Marquêz wê dişibîne kereseyeke sext a li ber destê xeratan, dê veneguhêre. — (Şener Ozmen, Jûra xebatê [arşîv], https://xwebun.org/jura-xebate/24.02.2020)
Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 72 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
biziyayî

veciniqî?

  • Rûyê wê xistibû nava kefa destên xwe, lêvên wê yên sorik û biziyayî maç kiribû...
  • Rûye wê yê xêlekê berê biziyayî û spîçolkî aniha mîna sêveke kulo gevez dikin. — (GulistanKumreş, Mûsa Vazgalî, hj. 42002, r. 106)
  • Dûxan, qilafetê jinekê li valahiyê dixêzîne. Jinika şerpeze, bi wecekî biziyayî berê xwe daye oxireke ew jî pê nizane. — (H. Kovan BaqîHeteroglossîa [arşîv], Weşanên Na, 2017, r. 268, ISBN 9786059017596)
Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 71 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
sûretsûf

?

Bi dû re xwe li ser nivînê xwe dirêj dikir, diket nava xewn û xeyalan. Xeyalên ku di tevan de jî ew keçika sûretsûf...Pê re pê re ji xeynî rûyê wê bejn û bala wê jî di hişê wî de ava bûbû.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 45 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
rovîk

?

Bi şûn de vegeriyabû, rovîka ku li nên hatibû pêçan vekiribû, nan dabû alî. Sênîka di destê xwe de danîbû ser rovîkê û dest pê kiribû xiyar û firingî hûr kiribûn.

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 36 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
pizevekirin, pizeve kirin

?

Çavên wî yên ji xewê qerimî bi zorê vebûbûn. Piştî ku her du destên xwe vekiribû û xwe pizevekiribû, xaltîka wî bi dengekî fedîkar axivîbû...

Mîran Janbar Qolyeya Cecileê Lîs 2012 30 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
devnexûnî

?

Li jorê mîna xilxalekê diteyisî, ez dikeniyam, li jorê li ba dibû, perîkên wê perweze didan, hişê min devnexûnî hev bû, birrek xweşdiviyên min bi ro de çûn, min go bila nebêje û ez keniyam

Înan Eroglu Têbîniyek Avesta 2019 37 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
hatin ser dilqê yekî

?

Ez ji xwe re bi çûkan dikevim. Bi çiveçiva çûkan re ez têm ser dilqê xwe û çetelastîkê ji berîka xwe derdixim

Înan Eroglu Têbîniyek Avesta 2019 36 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
fişqiyî

?

...bi cehnema bavê te kiriye herê weleh, kes nizane bezê pişt guhê bavê wî ji kurê ye, tu ji xw re li vî fişqiyî.

Înan Eroglu Têbîniyek Avesta 2019 35 Balyozxane (gotûbêj) 12:16, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
xwewxa

dibe ku xwexwarin be??? - xwexa: şêweyeke ji xewxa: peyveke erebî ye ango xelka hemereng ya bêxêriyê û xirabiyê.

  • Lakin xulam û etbaed Şekir Axayê li ber derî odeyê bûye xwewxa û qiyamet. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 87, ISBN 978-605-5683-27-6)
Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 87 Rewiye tine (gotûbêj) 18:28, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
fermanlo bûn

bo kesek emrê kuştine derketin.[dibe ku ev peyv lêker be. lê îhtîmal heye biwêj an rengder be.} - fermanlo ji osmanî fermanlu ango fermanli ango ferman (a kuştinê) derbarê wî he ye.

Lewrané ekraded re'ye li ber miran û begzadan dest hilnagirinji paşè mulaheze dikin. Icarê Ibrahim Xan Begê ji odeyê kiriye gazi ku Şekir Axa fermanlo bû, hate kuştin û temam bûye, hún bilav bibin û biçine malêd xwe û ger ne her çi kesê tagiriya Şekir Axayê biketin ew ji fermanlo ye û subeyê dê leşkerê min bêtin, édi kéfa we ye mu'in û oldaşêd Şekir Axayê hemû bigirim û bikújím.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 90 Rewiye tine (gotûbêj) 19:10, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
cisisandin, cesasandin

ango casûsîkirin, ji erebî ye, sîxurrîkirin, bidizî agahî pevdan.

Bi rasti Şomo qewî nehs û şerîr û xweyê cesaret bû. Esla ji kuştin û girtiné xof ne dikir. Çend feqehne dinê jî weko xwe heramza li xwe girê dabû, ekserêd şûlêd wan ew bûn ku diçûn û bi rojê dicisisandin û bi şev derên filan neqeb dikirin û xaç û şemdanêd zîvîn û peyalûn didizin û dibirin û diçûne welatekî dinê, ew mal telef dikirin.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 Rewiye tine (gotûbêj) 06:45, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
neqeb kirin

çavderî kirin mane neqeb kirin erebî bo tirkî gözetlemek e. mane cihê xwe ye. bi kurdîçavderî kirin - neqeb kirin ne çavdêriye, neqeb bi erebî ango qul, ango qulkirin û vekirina derî û dîwaran.

Bi rasti Şomo qewî nehs û şerîr û xweyê cesaret bû. Esla ji kuştin û girtiné xof ne dikir. Çend feqehne dinê jî weko xwe heramza li xwe girê dabû, ekserêd şûlêd wan ew bûn ku diçûn û bi rojê dicisisandin û bi şev derên filan neqeb dikirin û xaç û şemdanêd zîvîn û peyalûn didizin û dibirin û diçûne welatekî dinê, ew mal telef dikirin.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 91 Rewiye tine (gotûbêj) 07:23, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şimêk

?

şimêked derî bideranîne û hatine male dizî kirîne.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 9 Rewiye tine (gotûbêj) 10:24, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
destvemalî

dibe ku girtin be. Çimkî li vir du hezar diçin da ku wan her du bigirin - ez wa fêm dikim ku dest-vemalî ango dest vala ango bitenê

Nêzokê du hezar siwarê wan ji destê girê dabûn ku Kerhê û Ehmê herdu bira destvemalî, bi tene çiyayî hatine xwarê û qesda tabûra ekradan kirin û rikêb kirine du hezar siwarê Namiq Paşa.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 107 Rewiye tine (gotûbêj) 06:36, 7 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
lewce, di metna orjınal de wisa ye لوجه

? dibe ku lîwecih ji erebî ango ji bo xatirê - yan devokeke ji lew be.

  • Di mêva ekradan lewce temsil weha meşhur e ku neqîl dikin.
  • Xulase ew pîrê êzîdî guya lewce îstîhza zorê li Mela Mehmûde diketin.
Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 60 Rewiye tine (gotûbêj) 18:43, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
bi darda bûn

daliqandin?

Çekêd mihemed begê yêd herbê jî li dîwanxaneya da tunebûne û bi darda bûne

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 61 Rewiye tine (gotûbêj) 19:12, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
cezwe

cezweyê qemeyê pê êre da wi da dihêjîne caran serkera qemeyê li rû û istûyê mihemed begê dikevin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 64, ISBN 978-605-5683-27-6)

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 64 Rewiye tine (gotûbêj) 19:36, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
tîj bûn

serût bûn???

îcarê Behram xwe ji dest mihemed beg radikêşit, bi semtê derve herdu têne ber şimika derî û serê behram nezûkê berê şimike tîj dibe. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 65, ISBN 978-605-5683-27-6)

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 65 Rewiye tine (gotûbêj) 20:09, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
terece

?

sêsed mirofêd bi şeşxane hilgirtî û çend terece di gel xwe birin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 71, ISBN 978-605-5683-27-6)

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 71 Rewiye tine (gotûbêj) 20:17, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
wicûh

wicûd? - wicûh pirrjimara wecih e, ji erebî ye, ango kesên bi paye û cih û nav.

Ji wicûhêd Bazîdê axayekî qewî xweyî îtîbar hebûye. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 71, ISBN 978-605-5683-27-6)

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 71 Rewiye tine (gotûbêj) 20:22, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
ferew maye

?

hemin mezinayî bi esl û neseb nabin, belko wucud û hîmmet zatê ji kenarê Xwedê yê bilanê ferew maye bi te jî. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 72, ISBN 978-605-5683-27-6)

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 72 Rewiye tine (gotûbêj) 20:33, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
hêşet; ev peyv belkî deh cara li vê kitêbê der bas dike. min çar mînak da.

dibe ku hewş, bajar, navçe, navend(merkez) be - nêzîkî gotina heşd ya erebî ye ango koma xelkê ya mezin, lê ne teqez im.

  • Hûn hemû îşev berê sibehê siwar bibin. biderkevne dora heşetê, deste deste bisekinin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 73, ISBN 978-605-5683-27-6)
  • Di nava hêşeta kelê, kurekî Çelebî Axa peyda bûyî. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 79, ISBN 978-605-5683-27-6)
  • Ehlê hêşetê her kesek bê xeber li malêd xwe razeyne. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 81, ISBN 978-605-5683-27-6)
  • Mam bapî ji boyê şûlekê tête hêşetaBerêzspî. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 95, ISBN 978-605-5683-27-6)
Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 Rewiye tine (gotûbêj) 20:52, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
ew çûyînê ku çûye,

li vir biwej nîne? çûyîna ku çûyîn - weku ew meşa ku meşiyaye, rûniştina ku rûniştiye

Edî heman ji wê derê dewetiyan diterîkîne û hespê xwe dajo û diçite diyar xurbetê, ew çûyîne ku çûye.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 75 Rewiye tine (gotûbêj) 07:02, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
dirûdanê

?

Paş wek saet dibite şeş, Şêx di cihê dirûdanê sanca digire, eman ez dimirim, faryad û gazî, ez mirim dermanekî li min biken.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 80 Rewiye tine (gotûbêj) 07:19, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
warej

?

Îcarê Werdê(nav) jî warejan ji keziyan bi darda kirîn û kuştin.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 84 Rewiye tine (gotûbêj) 07:25, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
mizîn

?

Îcarê ew mirofê pirsiyar kirî eve gaza we çi mizîn e? Ekradan gotine ku belê eve gaza gaza Koroxlî ye.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 89 Rewiye tine (gotûbêj) 08:05, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
ebrame

farisî bo ingilizî =daxwaz(request) ev mane kerî hevokê tê. — (li ser google translate [arşîv])

Îcarê mam bapîr qewî ebramê li xweyê malê diketin ku rabe here nik îmamê û digel wî xeber bide

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 94 Rewiye tine (gotûbêj) 08:17, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
disoruke

?

Domo şeşxaneyê digirte destê xwe û bi çarlepî devarûyî, weka kelban disoruke û tête pêşya konê malê.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 100 Rewiye tine (gotûbêj) 08:28, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
tîz, تیز

Çirûsk?

Bi emrê xwedê tîzek agirê digire, lakin ji hundirê wê şeşxane nagiritin.

Mele Mehmûdê Bazîdî Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî Lîs 2010 100 Rewiye tine (gotûbêj) 08:28, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
exzoniya,اغزوتیا

kitebê exzoniya dihewîne lê orjînalê exzotiya

Edî îsmaîl Axa ji pêşve dibînitin ku exzoniya tifingê ji nêva hespan biriqî û rabû filhal didite tepençeyê û gazî pawanê diketin — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 100, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 12:40, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
muna

kurteya munafiq??

Dijmin ewe ku dijminê bi destê xwe aşkara li meydanê heyfê bistînin, wesane bi xef û dizî mirof dana kûştin. Ew karê muna ne. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 101, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 12:46, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
donekî,دونه كا

? ev doneka ye, lê hîjî nizanim

Îcared, sîwarêd Şikeftiyan jî donekî didine Herkîyan û dest şerê dikin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 103, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 12:57, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
exterman,اخترمان

kesên, mirovên bijarte? [arşîv]

...leşkerê herkiyan dişkên û direvin. Nêzokê pansed exterman distînin û gelek mirov jî herdu terefan telef dibin.

Rewiye tine (gotûbêj) 13:32, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
dihingive,دهنکڤه - tiştê ku ez dizanim ku hingivîn dibê hevdîtin, lihevcivîn

1. gelo şeklekî silavê ye, an jî bejna xwe ditewîne? 2. Gelo ev peyv ji hingivê tê? Ez ji maneya peyva tirkî ya ballandirmak dikevim şiphê. hingivî:bal e. dihingivîn:ballandirmak

Mela mihemed di qiyefeta erisan da diçe huzûra şeyxûlîslamê û ser dihingive Şeyxûlîslam, dibêje ku were rûne. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 103, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 15:07, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
jîra jîra

dibe ku ji jîrê were.

ji tayfa Berazan kurmancekî jîra jîra hebû navê Sîso. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 105, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 21:50, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
feromayan, فرومايان

?

Lakîn du bira ji ekradêd Beraziyan peyda bûyne, ji feromayan qewî taxî û baxî ne, guh nadine xebara kesekî û me jî qiweta wan nînin û bê leşkerê nizamî û bê top evne nayne dest. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 106, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 22:03, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
taxî û baxî, طاغی و باغينه

? ji erebî çete û zordar

Lakîn du bira ji ekradêd Beraziyan peyda bûyne, ji feromayan qewî taxî û baxî ne, guh nadine xebara kesekî û me jî qiweta wan nînin û bê leşkerê nizamî û bê top evne nayne dest. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 106, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 22:04, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
buce bûyî, بوجه بويی

?

Lakin Huseyîn axa guhdarî nedikir û Ehmed qewî zêde mirofek bucê bûyî, Huseyîn Axa, ji Ehmedê Feqî neborî û qet guh nedida biran û torinan. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 107, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 22:31, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
kewne, کونه

kon e ne kewn. kon weke çadirê

lase şevekê Huseyîn Axa izin dayê herin kewne lasetêd we bibêjine fileyê Mêtir Madoyê , bilane Ehmedî bixenîqîne. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 108, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 09:18, 14 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
lasatêd, لاستيد

Xulase şevekê Huseyîn Axa izin dayê herin kewne lasetêd we bibêjine fileyê Mêtir Madoyê , bilane Ehmedî bixenîqîne. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 108, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 09:19, 14 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
tab û taqet anîn

xîret? - dibe ku tab ango tav, û taqet ango pencere ya biçûk.

Êdî ji cihekî umîda ehlê kelê namînitin û tab û taqeta dijminê tênînin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 115, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 18:06, 14 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
dısotin,

tê dan, pê xistin, pê dan

kolanya sürmek kolanya tê dan

bezi masaya sür pot bi maseyê bixe

yaraya melhem sürdü melhem di birînê da

Paşê demekê rewend dua xwe temam diketin û destêt xwe li rûyê xwe disotin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 120, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 22:22, 14 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şayî'i bûyî

belav bûn? erê belav bûyî

îcarê eve xebera di nêva ewamê danê şayî'i bûyî ku şatirê bêgirîyî xezîne dîtîye. Ev xebera bi guhê paşayê Wanê ketî. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 123, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 07:13, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
şebxwon kirî

şev û roj çûyîn??

Du roj û şêvan şebxwon kirî berê sibehê hatî bi ser orduya Zeman Xanê girtî û ji çar kenera êroş birine orduyê. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 129, ISBN 978-605-5683-27-6)

Rewiye tine (gotûbêj) 07:32, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
teniştreş

?

Axa mizgîn ku cewāb hat ku dijmin ji kenarê Xudê, teniştreş li wan peyda bûyî, şevê bîst û sî jê dimirin û mirar dibin. Edî dest ji yek û du berdane û hema ji çîmenê xoy belav bûyîne. — (Mele Mehmûdê BazîdîTûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan, Weqfa Mezopotamyayê, 2019, çapa 1em, r. 160, ISBN 978-605-80975-1-3)

Balyozxane (gotûbêj) 00:16, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
pejik

şaşnivîsa tejik?

Remezan jî bi bişirînekê li reva wî, li leza wî nihêrîbû û berê xwe dabû Apê Resûl. Apê Resûl sicadeya xwe dabû hev, li hev qat kiribû û danîbû ser pejikan. Bi dû re hatibû, li ser doşekê rûniştibû û gazî Remezan kiribû... — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1em, r. 121, ISBN 9786054497010)

Balyozxane (gotûbêj) 03:36, 29 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
ceyr

Çawûş-i seda û gaze-gazan
Pabendê bi 'işqê herdu ceyran
Dermande ji pêş-i yek ve heyran
Ehmedê XanîMem û Zîn~1692

Balyozxane (gotûbêj) 21:10, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
qiriktehlî

?

Çi bi lêdanan û çi bi qerfan, êş û qiriktehlî para lawaz û nejêhatîyan bû.

Bavê Nazê Hêsirên Gotina Bêgotin Lîs 2020 21 Bêvankes (gotûbêj) 17:39, 10 nîsan 2021 (UTC)[bersiv bide]
têledirî

têla ku dirî hene; têldirk

Xuşîna pel û şaxên darên hewşê yên ku payîzê newqa wan tewandibû, bi bê re xwe li binguhê têledirîyên ser dîwêr û derîyê heta ser piştê vekirî, dixist.

Îrfan Amîda Şevek Şîzofren Lîs 2018 5 Balyozxane (gotûbêj) 18:53, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
doxik

?

Destê xwe avêt doxika çekê, hilmeke kûr kêşa ji cixareyê û rabû pencere û derî girtin. — (Îrfan AmîdaŞevek ŞîzofrenWeşanên Lîs2018, r. 6, ISBN 9786058152175)

Îrfan Amîda Şevek Şîzofren Avesta 2018 6 Balyozxane (gotûbêj) 15:58, 26 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]