Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  •  IPA(kilîd): /qʊɾˈʕɑːn/
  • Jihevqetandin: Qur'·an

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Qur'an Qur'an
Îzafe Qur'ana Qur'anên
Çemandî Qur'anê Qur'anan
Nîşandera çemandî Qur'anê wan Qur'anan
Bangkirin Qur'anê Qur'anino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Qur'anek Qur'anin
Îzafe Qur'aneke Qur'anine
Çemandî Qur'anekê Qur'aninan
 
Qur'aneke vekirî

Qur'an

  1. (Îslam) Pirtûka pîroz ya Îslamê û misilmanan.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî الْقُرْآن(el-Qur-an, Qur'an) ji قُرْآن‎ (qur'an: "xwendina bi dengê bilind" - wek ku niha jî Qur'an bi dengê bilind tê xwendin) ji lêkera قرء(qere-e, xwend). Lêkera erebî bi xwe jî ji aramî קרי(q-r-y, gazî kirin, qîrîn) hatiye û dikare hevreha kurmancî qîrîn, îngilîzî cry û peyvên wek wan yên gelek zimanên hindûewropî jî be. Peyvên erebî yên têkilî xwendinê bi giştî ji aramî hatine deynkirin ji ber ku di nav aramîaxiv û îbranîaxivan de xwendin gelek berî ereban belav bûbû. Wek "qere-e", peyva kurdî "xwendin" jî berê maneya "gazî kirin, qîrîn"ê dida, binere xwendin.

Werger biguhêre