Soranî |
سۆرانی |
Kurmancî
|
ka |
کا |
ka, giyayê hişkkirî
|
kaban |
کابان |
kabanî, kevanî, jin, jina bermalî
|
Kabe |
کابە |
Kabe, Ke'be, kevirê reş yê Mekehê yê ku hecî li dor dizivirin
|
kabîne |
کابینە |
kabîne, hukumet, civata wezîran
|
kabra |
کابرا |
camêr, zelam, mêr, mêrik, peya, kabra
|
kaç |
کاچ |
(dar) kaj; qaç
|
kaçax |
کاچاخ |
bn gamêş
|
kad |
کاد |
kad, qad, meydan, gorrepan, com, gom, zom
|
kadan |
کادان |
kadîn, xaniyê ka tê ve têt parastin
|
kaf |
کاف |
navê tîpa "k" di alfabeya kurdî-erebî de
|
kafar |
کافار |
bn nawçe
|
kafir |
کافر |
kafir, gawir, bêîman, bêdîn, kesa/ê baweriya wê bi dînî (t bi îslamê) û Xwedê nîne; zalim, stemkar; bêwijdan
|
kafirman |
کافرمان |
bn giwêzan
|
kahû |
کاھوو |
xes, giyayek e selete jê tê çêkirin
|
kaj |
کاژ |
bn kaç
|
kajaw |
کاژاو |
kajav, cûnek e ji tiriyê reş
|
kajellax |
کاژەڵاخ |
kulox, ser
|
kajelle |
کاژەڵە |
bn kajellax
|
kajer |
کاژەر |
bn katjimêr
|
kajere |
کاژەرە |
bn kajellax
|
kak |
کاک |
kek, kak, birayê mezin; kek, hêja, birêz, berkeftî, ezîz, bihagiran
|
kake |
کاکە |
keko (forma bangkirinê ji peyva kak )
|
kakelê |
کاکەلێ |
kako (forma şirînkirinê ji peyva kak )
|
kakeyî |
کاکەیی |
kakeyî: 1) endama/ê hozek kurd ya t li Başûrê Kurdistanê dijî 2) endama/ê rêbazek dînî (terîqeketê) ya t li Başûrê Kurdistanê peyda dibe
|
kakill |
کاکڵ |
1) kakil, nava tiştekî ya giring 2) pirtik, parçe; pate, paçe
|
kakîbekakî |
کاکیبەکاکی |
(erdê) beyar / hişk
|
kako |
کاکۆ |
gidîş, koma kayê
|
kal |
کال |
kal, pîr, salmend, dijw. qenc, xort, ciwan
|
kall I |
کاڵ ١ |
1) kerrik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî 2) xav, nekelî, nekelandî 3) rengê jêçûyî; kej, rengê vebûyî, rengê ne tarî
|
~ kirç |
~ کرچ |
kerrik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî
|
kall II |
کاڵ ٢ |
bn kiştûkall
|
kalla |
کاڵا |
pertal, perrok, cil, libas
|
kallakut |
کاڵاکوت |
bn gellakutk
|
kalan |
کالان |
kevlan, şûrdank, kaloxk, alava şûr tê de têt danîn dema mirov wî bi xwe re tîne û dibe daku ziyanan negihîne mirov yan daku pîs nebe
|
kallat |
کاڵات |
talan, şelandin
|
kale |
کالە |
pêlav, sol
|
kallek |
کاڵەک |
gundor, petêx, talik, kalik
|
kallemiste |
کاڵەمستە |
lîstikek e kesek herdu destên xwe û tiştikekî dibe pişt xwe û paşî herdu destan miçandî tîne û ji yê dî dipirse ka ew tişt di kîjan destî de ye
|
kalî |
کالی |
kalî, pîrî, dijw. gencî, xortî, ciwanî
|
kallî |
کاڵی |
navdêr e ji rengdêra kall I
|
kallîn |
کاڵین |
bn hellkallîn
|
kalyar |
کالیار |
cûnek xiyaran e
|
kam I |
کام ١ |
kîj, kîjan, kîşk; kî; çi
|
kam II |
کام ٢ |
daxwaz, hêvî, xwestek, hez, bêrî, hesret
|
kamar |
کامار |
dorber, tixûb
|
kamax |
کاماخ |
ran, rehn, qalçe, derqûn
|
kame |
کامە |
bn kam
|
kameran |
کامەران |
bextiyar, bextxweş, kameran, dilşa, dilşad; serkeftî
|
kameranî |
کامەرانی |
bextiyarî, bextxweşî, kameranî, dilşayî, dilşadî; serkeftinî
|
kameta |
کامەتا |
ka, kanî, kanê, li kû ye, li kû ve ye
|
kamil |
کامل |
kamil, temam, bêkêmasî; gihiştî
|
kamp |
کامپ |
kamp, war, wargeh
|
kan |
کان |
kan, kehn, kanî, kehnî, serekanî, ciyê tiştek lê çêdibe / dizê yan jê tê kan -yan: mamostekan wut mamosteyan got
|
kanaw |
کاناو |
kanav, ava binerdî
|
kanga |
کانگا |
bin, kûratî, kûrahî
|
-kanim |
-کانم |
-yên min: birakanim birayên min
|
-kanit |
-کانت |
-yên te: birakanit birayên te
|
kaniyedirozine |
کانیەدرۆزنە |
kaniya havînan hişk dibe
|
kanî |
کانی |
kanî, kehnî, ciyê av jê dizê, cihê av lê ji bin erdê hildibilqe
|
-kanî |
-کانی |
-yên: mamostekanî kurdî mamosteyên kurdî; -yên wê / wî: mamostekanî mamosteyên wê / wî
|
kanîaw |
کانیاو |
kanîav, kehnîav, ava kaniyan / kehniyan
|
kanîberdîne |
کانیبەردینە |
kanîkevir, (ciyê) ava (lê) ji nav keviran derdikeve
|
kanîle |
کانیلە |
kanîk, kehnîk, kaniyên / kehniyên biçûk
|
-kanman |
-کانمان |
-yên me: hawrêkanman hevalên me
|
-kantan |
-کانتان |
-yên we: hawrêkantan hevalên we
|
-kanyan |
-کانیان |
-yên wan: hawrêkanyan hevalên wan
|
kanûn |
کانوون |
kanûn: ~î yekem kanûna yekê, berfanbar, meha 12 ji salnameya romî; ~î duwem kanûna duyê, rêbendan, meha 1 ji salnameya romî
|
kanza |
کانزا |
kanza, maden, metal
|
kanzayî |
کانزایی |
kanzayî, madenî, metalîk
|
kapoll |
کاپۆڵ |
kulox, ser
|
kar I |
کار ١ |
kar, şol, îş, şuxl, sin'et; ked; mijûlî; pîşe: Ewan çi kar in? Ew mijûlî çi ne? Pîşeya wan çi ye?; karûbar; bandor, tesîr, karîgerî. Biwêj: Kar le kar tiraza Mesele ji dest derket
|
kar II |
کار ٢ |
kar, karik, kehr, kehrik, bizina hê mezin nebûye
|
-kar |
-کار |
-kar, ya karê wê / yê karê wî tiştek e; -ker, ya / yê tiştekî dike
|
kara |
کارا |
kara, bibandor, tesîrker, giring, fer, karîger
|
karame |
کارامە |
jêhatî, bişiyan, karzan
|
karask |
کاراسک |
karxezal, xezalên hê mezin nebûne
|
karaşna |
کاراشنا |
şareza, karnas, pispor, kesa/ê karekî baş dizane / dinase
|
karaşnayî |
کاراشنایی |
şarezatî, karnasî, pisporî
|
karbedest |
کاربەدەست |
karbidest, rayedar, desthilatdar, kesên kar (t yên fermî / resmî) di bin fermana / rêveberiya wan de ne
|
karbedestî |
کاربەدەستی |
karbidestî, rayedarî, desthilatdarî
|
karbirr |
کاربڕ |
karbirr, tişta dawiyê li karekî tîne
|
karbira |
کاربرا |
hevkar, kesên li gel hev karekî dikin
|
karbirayetî |
کاربرایەتی |
hevkarî, kirina karekî li gel hev
|
karbîn |
کاربین |
pispor, şareza, zanaya/ê karekî
|
kardanewe |
کاردانەوە |
bertek, bersiv, reaksiyon
|
kardîtû |
کاردیتوو |
kardîtî, karkirî, şareza
|
kareba |
کارەبا |
1) kareba, kehreba, elektrîk, ceyran 2) zîqok, zîqzîqok, hin pirtikên gewerî yên biriqin in bi cilên <st1:City><st1:place>jinan</st1:place></st1:City> / keçan ve tên zeliqandin daku xweşik bin
|
kareker |
کارەکەر |
xidam, xizmetkara jin / keç
|
karesat |
کارەسات |
bela, karesat, bextreşî
|
karez |
کارەز |
coya binerdî, kanala binerdî, ava di bin erdê re diherrike
|
karezaw |
کارەزاو |
karezav, ava di bin erdê re wek coyan / kanalan diherrike
|
karezken |
کارەزکەن |
karezçêker, kesa/ê karê çêkirina coyên binerdî baş dizane
|
karg |
کارگ |
kivark, hacîlok, kuvark
|
karge |
کارگە |
karge, kargeh, cihê kar lê têt kirin
|
karger |
کارگەر |
sedem, binas, sebeb, ho, faktor
|
kargêrr |
کارگێڕ |
kargêrr, serkêşa/ê yan birêvebera/ê karekî, kesa/ê serkêşiya karkeran dike
|
kargêrrî |
کارگێڕی |
kargêrrî, birêveberî, serkêşî
|
karguzar |
کارگوزار |
bikêr, bikêrhatî; xizmetkar, destsivik, kesa/ê dixwaze xizmetan bike
|
karguzarî |
کارگوزاری |
kêr, bikêrhatin, bikêrî; xizmet, xizmetkarî
|
karhatû |
کارھاتوو |
kêrhatî, bikêr, bikêrhatî
|
karî |
کاری |
(êş / nesaxî ya) kujek, ya dikuje yan dikare bikuje
|
-karî |
-کاری |
-karî, kirina karekî: tawankar tawankar, kesa/ê tawanan / xirabiyan dike
|
karîger |
کاریگەر |
bibandor, karîger, tesîrker, efektîf
|
karîgerî, karîgerêtî |
کاریگەری، کاریگەرێتی |
bandor, tesîr, karîgerî, karîgertî, efekt
|
karîte |
کاریتە |
karîte, darê dirêj û qayim yê banên xanî xwe lê digirin
|
karjole |
کارژۆلە |
karik, kehrik, kara / kehra sava / nûçêbûyî
|
karkenar |
کارکەنار |
karkinar, zanenşîn, teqawid
|
karkenarî |
کارکەناری |
karkinarî, zanenşînî, teqawidî
|
karker |
کارکەر |
karker, şolker, îşker, şuxlker, kesa/ê kar / şol / îş / şuxl dike
|
karkirde |
کارکردە |
şareza, pispor, karzan, karkirde
|
karname |
کارنامە |
karname, nameya / plana birêvebirina kar; karname, belgenameya ku kesekî filan kar li bêvan demê kiriye daku kesa/ê kar kiriye vê belgenameyê di pêşerojê de wek nîşaneya pisporiya / şarezatiya xwe bi kar bîne
|
karnas |
کارناس |
bn karzan
|
karniyar |
کارنیار |
karxwaz, karniyar, kesa/ê daxwaz dike ku bikeve ser karekî
|
karniyarname |
کارنیارنامە |
karniyarname, karxwazname, nameya / forma têt dagirtin dema daxwaza ketina ser karekî têt kirin
|
kart, karte I |
کارت، کارتە ١ |
karte, name, belgename, kaxez
|
karte II |
کارتە ٢ |
dirûna cara duyem, berhemrakirina cara duyem ji heman zeviyê
|
karsaz |
کارساز |
1) karsaz, kesa/ê yan şirketa tiştan çêdike 2) çêker, kesa/ê tiştekî çêdike / karekî dike
|
karûbar |
کارووبار |
karûbar, kar, kar û tiştên dî yên pê re
|
karûfirman |
کارووفرمان |
bn karûbar
|
karûs |
کارووس |
waz, şiroveya dînî
|
karwan |
کاروان |
karwan, kerwan, koma mirovan / dewaran ya bi hev re dimeşe
|
karwançî |
کاروانچی |
karwançî, berpirsa/ê karwanekî
|
karwanî |
کاروانی |
karwanî, endama/ê karwanekî, ya / yê li gel karwanekî
|
karwanker |
کاروانکەر |
gerrestêr, planet
|
karwankuj |
کاروانکوژ |
stêra spêdeyê, karwankuj
|
karwanqirran |
کاروانقڕان |
bn karwankuj
|
karxane |
کارخانە |
karxane, kargeh, cihê kar lê têt kirin; fabrîqe
|
karzan |
کارزان |
karzan, pispor, şareza, kesa/ê karekî (baş) dizane
|
karzanî |
کارزانی |
karzanî, pisporî, şarezayî
|
kas |
کاس |
gêj, bêhay; mat, ecêbgirtî, matmayî; mismid, ya / yê guhên wê / wî ji ber dengek bilind kêlîkekê tiştekî nabîzin
|
kase |
کاسە |
kase; kûp; tirar; şûşe, cam
|
kasib |
کاسب |
bazirgan, ticar, tacir; dikandar
|
kasibî |
کاسبی |
bazirganî, ticaret; dikandarî
|
kasî |
کاسی |
gêjî, bêhayî; matî, ecêbgirtinî, matmanî; mismidî
|
kasp |
کاسپ |
bazar, bazirganî, ticaret
|
kastî |
کاستی |
kêmasî, kêmûkasî
|
kaş |
کاش |
cot, kêlan, çandin
|
kaşane |
کاشانە |
koşk, koçk, seray, qesr, xaniyên mezin û bihagiran
|
kaşe |
کاشە |
kaşe, tiştê mirov li ser / têde rûdine û xwe li ser berfê dixwişînin
|
kaşî |
کاشی |
kaş, libin, blok
|
kaşka |
کاشکا |
bn keşke
|
kat |
کات |
dem, wext, çax, zeman
|
katewkat |
کاتەوکات |
carinan, car car, geh geh
|
katê |
کاتێ |
dema, gava, hingê ku, (wê) dema ku, (wê) gava ku, wexta ku
|
katî |
کاتی |
demkî, navdem, berdem, rabor, neberdewam, neherherî, nemayinde
|
katjimêr |
کاتژمێر |
demjimêrk, saet
|
katpêw |
کاتپێو |
dempîvk, alava pêpîvana / pêdiyarkirina demê
|
kaw |
کاو |
kerb, kîn, nefret
|
kawêj |
کاوێژ |
cûn, cûtin
|
kawil |
کاول |
kavil, wêran, xopan, xerabe
|
kawirr |
کاوڕ |
kavirr, mihên di navbera temenê 3 û 6 mehî de
|
kawiş |
کاوش |
sosret, ecêb, seyr, neasayî, nesiriştî, nexwezayî
|
kawîr |
کاویر |
navê giyayekî ye
|
kawlî |
کاولی |
bn qereç
|
kaxez |
کاخەز |
perr, kaxez, kaxiz, pel; name
|
kaxezdar |
کاخەزدار |
kaxezdar, kesa/ê karê wê /wî (t li daîreyên hikûmî) tomarkirina kaxezan e
|
kaye |
کایە |
1) com, gom, meydan, sahe, gorrepan 2) dor ("Dora min e, ne ya te lew ez dê pêşî bikim paşî tu.") 3) rişte, biwar, şax (yê zanistê)
|
ke I |
کە ١ |
ku; dema (ku), gava (ku), wexta (ku); madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê? Madem wa ye, çima nayê?; daku, da: Hatim ke bitbînim Hatim daku te bibînim; ger, eger, heke, heger, heker, heko: Ne nazanî mellê Eger nizanî nebêje
|
ke: II dî ke / dîke |
کە:٢ دی کە / دیکە |
ya / yê / yên dî / din
|
-ke |
-کە |
paşbendika diyariya (# nediyariya) yekjimar e (Di kurmancî de bi pirranî nayê wergerandin: Pencereke sor e Pencere sor e. Bi îngilîzî li şûna wê pêşpeyvika "the" cî digire: The window is red. Carinan di kurmancî de pêşpeyvika "ya / yê" li şûnê tê bikaranîn: Nawî jinî aşewaneke Zehra bû Navê jina yê aşvan Zehra bû.)
|
-ke- |
-کە- |
-k- (rayê dema niho ji lêkera "kirdin = kirin": [Min d]ekem, [to d]ekeyt, [ew d]eka[t], [ême d]ekeyn, êwe [d]eken, ewan [d]eken
|
kebab |
کەباب |
kebab, pirtên goşt yên bi şifşeyan ve li ser yan ber agir tên biraştin
|
kebar |
کەبار |
xumamiya / tarîgewrikiya spêdeyan; dawayên (bi li meha rojîgirtinê remezanê) berspêdeyan ji mizgeftê bi bangek bilind tên xwendin
|
kebat |
کەبات |
cûnek lîmonan e
|
keç |
کەچ |
(serê) şorr / berjêr
|
keçe |
کەچە |
(heywanên / lawirên) şaxbadok, şaxçemiyayî
|
keçell |
کەچەڵ |
keçel, hewês [h wek heft]
|
keçellî |
کەچەڵی |
keçelî, hewêsî, keçeltî
|
keçeşax |
کەچەشاخ |
bn keçe
|
keçî |
کەچی |
lê; tevî ku, herçend e
|
kede |
کەدە |
bn namo
|
kef I |
کەف ١ |
kef (ya sabûnê / pêlên deryayê); bilq (ya şorbê); gilîz (yê ji devî)
|
~ çandin |
~ چاندن |
gilîz (ji devî) hatin
|
kef II |
کەف ٢ |
lêb, lêhb, hîle, xap, xîf
|
~ bûn |
~ بوون |
(xwe) xîfandin, hîleyan xwe jê xilas kirin
|
~ lê dan |
~ لێ دان |
(jê) xîfandin, lêb lê kirin, xapandin, bi fêl û hîleyan jê standin
|
kefalet |
کەفالەت |
kefalet, gerew; garantî, misogerî
|
kefaret |
کەفارەت |
filitîn, xilasî, azadî, silametî
|
~ bûn |
~ بوون |
(ji belayekê / nexweşiyekê) filitîn, xilas bûn
|
kefaw |
کەفاو |
kefav, ava kefdar
|
kefîl |
کەفیل |
kefîl, gerewdêr; garantor, misogerker
|
kefûkoll |
کەفووکۆڵ |
bilq, kefa bi ser tiştekî dikele dikeve
|
kehlan |
کەھلان |
(hespên) kihêl / kehêl [h wek 7]
|
kej |
کەژ |
tat, teht, helan; zinar; rizde; gir
|
kejawe |
کەژاوە |
şixre, darqetkên / darbestên wek baran li hespan / hêstiran tên barkirin
|
kejell |
کەژەڵ |
bn keçell
|
kejmall |
کەژماڵ |
kom, gurûb, deste
|
kel I |
کەل ١ |
ker, pirt, par, parçe, qet
|
kel II |
کەل ٢ |
gupik, gupîtk, lûtke, cihê herî bilind (yê çiya / darê û hwd)
|
kel III |
کەل ٣ |
hût, rût, hilû, keçel
|
kell |
کەڵ |
nêr (t heywanên mezin)
|
~ girtin |
~ گرتن |
telew bûn, nêr xwestin, (hin lawirên mê dema dixwazin yên nêr li gel wan di nav têkiliya leşî de bin)
|
kela |
کەلا |
varê, avarê, dûrî rê / navendê, dûr
|
kellafe |
کەڵافە |
bn killaf
|
kelak |
کەلاک |
kelex, term, leşê mirî
|
kellam |
کەڵام |
kelam, kilam, nivîsên pîroz yên hin mezheban (t. kakeyiyan): we kellam bi kelam, bi sond, sond dixwim ku...
|
kellan |
کەڵان |
serek, serok, mezin
|
kellanter |
کەڵانتەر |
bn kellan
|
kelar |
کەلار |
1) gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî 2) navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê
|
kelare |
کەلارە |
kum, kulav, şewqe, şepqe
|
kellaş |
کەڵاش |
bn killaş
|
kellb |
کەڵب |
gumtil, gumtilk, komik
|
kellbe |
کەڵبە |
kêlbe, kelbe, didanên tûj, didanên dirrinde (wek yên seyan < kelb (A) = se, kûç)
|
kele |
کەلە |
kulox, kele, ser; ser-, sere-: kelepaçe serûpêk (xwarinek e ji ser û piyên heywanan tê çêkirin), keleberaz înato, serhişk, sereberaz’, kelegurpe seregamêş, sermezin
|
kelle- |
کەڵە- |
nêre-: kellejin nêrejin, jina wek mêran, kelleşêr dîk, dîkilê, mirîşkê nêr
|
-kele, -kelle |
-کەلە، -کەڵە |
-ve (paşpirtikek e bo diyarkirina hin rengên dişibin rengekî lê ne tam ew reng in): sûrkele sorve, rengek nêzîkî sor lê ne tam sor
|
kelleget |
کەڵەگەت |
bejndirêj, dirêj
|
kellek I |
کەڵەک ١ |
1) kelek, darên bi hev re girêdayî yên pê mirov di ser avê re derbas dibin 2) kom 3) gidîş, koma giyayê li hev civandî
|
~e kirdin |
~ە کردن |
kom kirin, danîn ser hev, kirin gidîş
|
kellek II |
کەڵەک ٣ |
lêb, fêl, hîle, xap, fen, lêhb
|
kellekbaz |
کەڵەکباز |
lêbo, hîlebaz, xapînok, hîleker
|
kellekçî I |
کەڵەکچی ١ |
kelekvan, kesa/ê rêveberiya kelekekê dike
|
kellekçî |
کەڵەکچی |
bn kellekbaz
|
kelekuç |
کەلەکوچ |
perasû, parsû
|
kelela |
کەلەلا |
seqet, bêdest yan bêpî, birîndar, kirêtkirî
|
kelem |
کەلەم |
kelemî, kelem
|
kelepçe |
کەلەپچە |
kelemçe, kelepçe
|
keleper |
کەلەپەر |
şeq, tîk, tiştê ji hin deran ji hev vebûye û kunek dirêj ketiyê
|
kelepûr |
کەلەپوور |
kelepûr, mîras, bermayî, torre, çande
|
kelepûrî |
کەلەپووری |
kelepûrî, mîrasî, mermayî, torreyî, çandeyî
|
kelerm |
کەلەرم |
bn kelem
|
kelles |
کەڵەس |
bizîng, werîs
|
keleşeq |
کەلەشەق |
serhişk, înato, biînat
|
kelleşêr |
کەڵەشێر |
dîk, dîkil, mirîşkê nêr
|
keletezên |
کەلەتەزێن |
tikîtezî, cipîcemidî, sirrûsar, pirr tezî / cemidî / sar
|
kellewê |
کەڵەوێ |
giyayek borr û strîtûj e
|
kelêj |
کەلێژ |
bn desellat
|
kelên |
کەلێن |
1) şeq, tîk 2) meydan, qad
|
kellk |
کەڵک |
sûd, sûde, mifa, feyde, kelk, kar, qezenc, qazanc
|
kelle |
کەڵە |
bn kele
|
kellos |
کەڵۆس |
kesa/ê didanên wê / wî yên pêşiyê ketine
|
keltûr |
کەلتوور |
çande, torre, kultûr
|
kelûkom |
کەلووکۆم |
bêserûber
|
kelûpel |
کەلووپەل |
kerûper, pirtûmirt, hûrûmûr
|
kellûrrî |
کەڵووڕی |
cûnek stiranên gelêrî yên kurdî ye
|
kelwaz |
کەلواز |
sirrûseqem, sirrûsarma
|
kelxane |
کەلخانە |
kelxane, dikana çek-/ tivengçêkeran
|
kem |
کەم |
kêm, hindik, piçek
|
~ keme |
~ کەمە |
piço-piço, kêm-kêm, hindik-hindik
|
kemall |
کەماڵ |
kemal, kamil, tam, temam, bêkêmasî, têrûtijî
|
keman |
کەمان |
keman, alavek jendar ya muzîkê ye
|
kemançe |
کەمانچە |
kemançe, viyolîn, alavek jendar ya muzîkê ye
|
kemançejen |
کەمانچەژەن |
kemançejen, viyolînîst, kesa/ê li kemançeyê dide
|
kemax |
کەماخ |
bn simt
|
kemayesî |
کەمایەسی |
kêmayesî, kêm yan biçûk hesibandin
|
kemayetî |
کەمایەتی |
kêmayetî, mînorîte, kêmanî
|
kemayî |
کەمایی |
bn kemî
|
kembîr |
کەمبیر |
kêmbîr, kesa/ê tişt baş namînin li bîrê, kesa/ê bi asanî tiştan ji bîr dike
|
kemçîkilldane |
کەمچیکڵدانە |
venehewayî, bêsebr, balkurt, dw. baldirêj, bisebr
|
kemdest |
کەمدەست |
destkurt, hejar, feqîr, belengaz, perîşan
|
kemdû |
کەمدوو |
kêmbêj, kesa/ê kêm suhbetê dike
|
keme |
کەمە |
rex, kinar, qirax, tenişt, serlêvî, sersinorî
|
kemekêk |
کەمەکێک |
piçekê, kêmekê, hinekî
|
kemer |
کەمەر |
kemer, navteng, newq
|
~î zewî |
~ی زەوی |
kemera zemînê, ekwator
|
kemebend |
کەمەبەند |
kemerbend, kemerek pan e
|
kemerbest, kemerbeste |
کەمەربەست، کەمەربەستە |
1) parastî, neşkê, îmmûn 2) camêr, qenc
|
kemerbestî |
کەمەربەستی |
îmmûnîte, parastinî
|
kemerçîn |
کەمەرچین |
çarşev, mêzer
|
kemerdar |
کەمەردار |
kemerdar, kemerkirî, bikemer
|
kemereyî |
کەمەرەیی |
kemerî, ekwatoriyal
|
kemeyî |
کەمەیی |
rexî, kinarî, qiraxî, teniştî, serlêv, sersinor
|
kemêll |
کەمێڵ |
pîsatiya bi dawa / derqûna mihan ve hişkbûyî
|
kemêtî |
کەمێتی |
bn kemî
|
kemî |
کەمی |
kêmî, piçekî, hindikî, kêmayî, hindikahî
|
kemnaw |
کەمناو |
kêmnas, kesa/ê yan tişta/ê kêm tê nasîn
|
kemo |
کەمۆ |
jîr, zîrek, jêhatî, hişyar
|
kemokar |
کەمۆکار |
manîpûleker
|
kemokarî |
کەمۆکاری |
manîpulasyon
|
kemoyar |
کەمۆیار |
jêhatî, dîplomat
|
kemoyarî |
کەمۆیاری |
jêhatinî, dîplomasî
|
kemrrû |
کەمڕوو |
şermîn, fedîker, kesa/ê şerm / fedî / fihêt dike
|
kemsall |
کەمساڵ |
kêmsal, kêmtemen, jîkêm, kesa/ê ji alî temen / jî / umur ve biçûk (t ya / yê hê nebûye 18-salî)
|
kemşîr |
کەمشیر |
kêmşîr (bizina / miha / çêla û hwd) ya kêm şîrî dide
|
kemterxem |
کەمتەرخەم |
xemsar, sersar, kesa/ê baş pûte bi tiştek giring nake, kesa/ê giringiyê nade tiştek giring
|
kemterxemî |
کەمتەرخەمی |
xemsarî, sersarî
|
kemtiyar |
کەمتیار |
kemtiyar, hiyena, lawirek kûvî yê dirrinde ye û dişibe gur û seyan
|
kemtîn |
کەمتین |
kêmtên, kêmbandor, kêmtesîr
|
kemûkastî |
کەمووکاستی |
bn kemûkûrrî
|
kemûkurtî |
کەمووکورتی |
bn kemûkûrrî
|
kemûkûrrî |
کەمووکووڕی |
kêmasî, kêmûkasî, netemamî
|
ken I |
کەن ١ |
ken, kenî
|
ken II |
کەن ٢ |
(kiç) keç, qîz; dot
|
kenar |
کەنار |
kinar, qirax, lêv, serlêv, rex, alî, hêl, tenişt
|
kenaraw |
کەناراو |
avdestxaneya / tiwaleta derveyî xanî
|
kenareyî |
کەنارەیی |
asoyî, kinarî, horîzontal
|
kenargir |
کەنارگر |
terkemirov, kesa/ê zû-zû nayê nav civatan lê bi tena serê xwe dimîne
|
kenargirî |
کەنارگری |
terkemirovî
|
kend |
کەند |
kend, çal, xendek, newal, nihal
|
~ û kosp |
~ و کۆسپ |
kend û kosp, astengî, dijwarî
|
kendall |
کەنداڵ |
kendal, cihê av yan ax tê de datêt
|
kendaw |
کەنداو |
kendav, xelîc, cihê ava deryayekê lê dike navber du bejayiyan (Agadarî: Ger av li van bejayiyan bisekine, jê re 'kendav' (ing. 'gulf') tê gotin. Ger di wê navbeyna du bejayiyan re bibore û dîsan bigihe ser avek berfire, jê re 'tengav' (ing. 'straits') tê gotin
|
kendek |
کەندەک |
xendek, kendek, kend
|
kendekar |
کەندەکار |
kolîner, kolînkar, kesa/ê dikole
|
kendellan |
کەندەڵان |
kend, şeq, kun, tîk, çal
|
kendesme |
کەندەسمە |
bn kenesme
|
kendin |
کەندن |
kolîn, kêlîn
|
kene |
کەنە |
bn kine
|
keneft |
کەنەفت |
hewce, lazim, neçar, mecbûr, pêdivî, pêwîst
|
keneftî |
کەنەفتی |
hewcetî, lazimî, neçarî, mecbûrî, pêdivîtî, pêwîstî
|
kenesme |
کەنەسمە |
navê teyrikekî ye
|
kenêr, kenêre |
کەنێر، کەنێرە |
navê giyayekî ye
|
kenişt, kenişte |
کەنشت، کەنشتە |
kinîşte, perestgeha / pîrozgeha cihûyan (hevberî mizgefta misilmanan û dêra fileyan)
|
kenî |
کەنی |
bn ken II
|
kenîçe |
کەنیچە |
navê teyrikekî ye
|
kenîlê |
کەنیلێ |
1) keçik, qîzik, keça / qîza biçûk 2) zerî, canik, bernavê rêzgirtinê bo keçan (li şûna 'camêr' bo zelaman û 'xanim' bo jinan)
|
kenîse |
کەنیسە |
bn killêse
|
kenîşk |
کەنیشک |
bn ken II
|
kentor |
کەنتۆر |
kentor [di kurmancî de k-ya nerm wek 'kêm'], dolaba cilan
|
kenzek |
کەنزەک |
1) yar, hevala keç, destgirtî 2) xidam, bermalî, keçika karûbarên navmalî yên malbatek biyanî dike
|
kepçe |
کەپچە |
bn eskiwê
|
kepek |
کەپەک |
sivî. bn sos
|
kepenek |
کەپەنەک |
kepen, kepene, kepenek, qapûtek / saqoyek / çakêtek dirêj e (t şivan şivan bi ser milê xwe de dikin)
|
kepir |
کەپر |
bn kepr
|
kepiran |
کەپران |
bn kepran
|
kepke |
کەپکە |
bn lûtke
|
kepr |
کەپر |
kepir, banek e ji çeq û çilû ye ku li ser çar stûnan yan jî du stûnan û aliyek dîwarê xanî hatiye danîn û daku hîn û sîber be û bo lêrûniştina yan lênivistina heyamên germ e
|
kepran |
کەپران |
kepiran, heyama / demsala mirov li bin kepiran dijî / dinive
|
keproke |
کەپرۆکە |
kepirk, kepirok, kepirên biçûk
|
kepû |
کەپوو |
1) (limoz) lixav 2) (lût) kepî, poz, difin, bêvil
|
ker |
کەر |
1) ker, guhdirêjk (lawirek e) 2) ker, kerçove, bêaqil
|
kerr I |
کەڕ ١ |
kerr, kesa/ê (ti tiştî) nabîze, kesa/ê guh lê (li ti) nabe
|
kerr II |
کەڕ ٢ |
qerrisî, (pirr) tezî / cemidî / sar
|
-ker |
-کەر |
-ker (paşbendikek e bo diyarkirina ya / yê dike): niwêjker nivêjker
|
keranbawkgaw |
کەرانباوکگاو |
kerbav, kerbab, keça / kûrrê keran (dijûn)
|
kerane |
کەرانە |
kerane, mîna keran / bêaqilan
|
kerbeş |
کەربەش |
kerbeşk, kelbeşk, giyayek bistrî ye (t ker jê hez dikin)
|
kerdirr |
کەردڕ |
kerdirr, navê giyayekî ye dişibe garis
|
kere |
کەرە |
nîvişk, rûn
|
kerecî |
کەرەجی |
belem, keştîk, keştiyên biçûk, amraza raguhezandinê ya seravî
|
keredêz |
کەرەدێز |
mejîreş, kesa/ê ti tişt naçe mejî / serî yan tê nagihe yan fêr nabe
|
kerekêwî |
کەرەکێوی |
kerekûvî, zebra
|
kerekî |
کەرەکی |
kerî: barêkî kerekî barek kerî
|
kerrekontê |
کەڕەکۆنتێ |
(bi temamî) kerr
|
kerreniso |
کەڕەنسۆ |
bêxem, sersar, xemsar, kesa/ê t tişt bo ne xem e
|
kerentû |
کەرەنتوو |
şalok, alava giyadirûnê
|
kerese |
کەرەسە |
kerese, materyal
|
kereste |
کەرەستە |
bn kerese
|
kerret |
کەڕەت |
car, gav, dem, bîsk, kêlîk
|
kerretî |
کەڕەتی |
carcarî, carinan, carcar
|
kerrewalle |
کەڕەواڵە |
1) jêhatî û dilsaf 2) navê teyrikekî ye
|
kerewz |
کەرەوز |
kerefs, bexdenoz, meydenoz, navê giyayek xwerbar e
|
kerêtî |
کەرێتی |
kerî, kertî, kerînî, kerîtî
|
kergez |
کەرگەز |
xertel, sîsalk, sêmirr, dalereşk, kergezk
|
kerheng |
کەرھەنگ |
kerhing, hingên (ango mêşên hingivî / hingivînî yên) dixebitin
|
kerrî |
کەڕی |
kerrî, nebûna hinêra bîstinê / guhlêbûnê
|
kerke |
کەرکە |
nîvgirav, bn nîmçedorge
|
kerkuj |
کەرکوژ |
kerkujk, jale (giyayek e. ing. orleander)
|
keroke |
کەرۆکە |
kerok, kerkok, bêaqilok, peledîn
|
kerpese |
کەرپەسە |
xemegurî, margîsok, marik, marok
|
kerpiyaw |
کەرپیاو |
kermêr, mêreker, mirovê mîna keran
|
kerseg |
کەرسەگ |
kerse, mirovê mîna keran û seyan
|
kerrû |
کەڕوو |
pijûk; kûfîk
|
~ hêllhênan |
~ ھێڵھێنان |
pijûkîn, pijûkê girtin, bûn pijûkî; kûfikîn, kûfîkê girtin, bûn kûfîkî
|
kerrûwawî |
کەڕووواوی |
pijûkî; kûfîkî
|
kerûbar |
کەرووبار |
kerûbar, karwanê keran
|
ker-û-xollemêş |
کەر-و-خۆڵەمێش |
kêrhatî, lihevhatî, mîna ker û mêşan li hev
|
kersek |
کەرسەک |
bn gillimtik
|
kert |
کەرت |
ker, pirt, [k-ya nerm wek kêm], pişk, par, parçe, pirtik
|
~ bûn |
~ بوون |
ker bûn, kerîn, hatin kerkirin
|
~ kirdin |
~ کردن |
ker kirin, kerandin
|
kerte |
کەرتە |
1) kîte, kite, kit, pirtikên peyvan. Nimûne: peyva "azadî" sê-kîteyî ye: a-za-dî 2) piç, piçek
|
kertî |
کەرتی |
kerî, pirtî, pişkî, parî, parçeyî
|
kertkiraw |
کەرتکراو |
kerkirî, bn kert
|
kertûpert |
کەرتووپەرت |
kerûper, pirtûmirt, kitûmat, hûrûmûr, bn kert
|
kerwêşk |
کەروێشک |
kerguhk, kîroş, kêvrûşk, xirrnîfk, xirnaq
|
kerwêşke |
کەروێشکە |
çirisok, biriqok, teyisok, birqdar
|
kerx |
کەرخ |
bn sinor
|
kes |
کەس |
1) kes, mirov, şexs 2) (kesûkar) kesûkar, xizm, lêzim, mrov, eqrebe
|
kesane |
کەسانە |
kesane, prîvat, şexsî, kesî
|
kesîre |
کەسیرە |
qerrisî, qefilî, cemidî, tezî, teziyayî
|
kesk |
کەسک |
(rengê) kesk, bn sewz
|
keskî |
کەسکی |
keskî, ji rengê kesk, bn sewzî
|
keskûn |
کەسکوون |
tîj, xwarina tama wê bihêz
|
keskûsor |
کەسکووسۆر |
keskûsor, keskûala, bûka baranê, bn pelkezêrrîne
|
kesnedar |
کەسنەدار |
kesnedar, împersonal
|
kesnedîw |
کەسنەدیو |
nedîtî, kesê-nedîtî, berê-nedîtî
|
kestek |
کەستەک |
guloka berfê / befrê, goga / hola / topa / tepika ji berê çêkirî
|
keş I |
کەش ١ |
seqa, avûhewa, siqa, rewşa tevayî ya avûhewa
|
keş II |
کەش ٢ |
bn keşûfiş
|
keşakeş |
کەشاکەش |
derd, kul, keder, keser, eger, elem, êş, jan
|
keşe |
کەشە |
werz, demsal; car, dem, gav, kêlîk, bîsk
|
keşeng |
کەشەنگ |
kincirr, perritî, dirryayî, çirryayî
|
keşîde |
کەشیدە |
bn keşye
|
keşîş |
کەشیش |
keşîş (di filetiyê de hevberê "feqe" yê misilmanan)
|
keşk |
کەشک |
keşk, mastê / şîrê / penîrê hişkkirî
|
keşke |
کەشکە |
xwezî, xwezîka, xweziya, xozî, hêvî dikim ku..., baştir e / bû ger...
|
Keşkelan |
کەشکەلان |
(stêrgela / koma stêran ya) Kakêşan, Rêya Kadizan
|
~î felek |
~ی فەلەک |
ber perrên esmanan, cihê pirr bilind, ciyê mirov nikare bi asanî bigihiyê
|
keşmekeşm |
کەشمەکەشم |
qerebalix, heytûhot, geremol
|
keştiyewan |
کەشتیەوان |
bn keştîwan
|
keştî |
کەشتی |
keştî, gemî, sefîne, baxîre, vapor
|
keştîgel |
کەشتیگەل |
keştîgel, koma keştiyan, fîlo, donenme
|
keştîwan |
کەشتیوان |
keştîvan, keştîgêrr, kesa/ê karê meşandina keştiyekê dike
|
keştîwanî |
کەشتیوانی |
keştîvanî, keştîgêrrî
|
keşûfiş |
کەشووفش |
pesno, metho, xwemezinker
|
keşxe |
کەشخە |
keşxe, xweşik, delal, spehî, bedew, ciwan
|
keşye |
کەشیە |
keşye, şaşik, cemedanî, dersok (t ya zer ya hecî dikin zerê xwe)
|
keşzan |
کەشزان |
seqanas, hewanas, kesa/ê bi zanista hewa û seqayê mijûl; seqadêr, hewadêr, kesa/ê di navgînek ragihandinê de (televizyon yan radyo) rewşa seqayê radigihîne
|
keşzanî |
کەشزانی |
seqanasî, hewanasî
|
ket |
کەت |
bermayiyên ar / ard dema tê patin
|
ketan |
کەتان |
kitan, ketan, qumaşek e; kitan, caw, ketan
|
ketane |
کەتانە |
kitane, ketane, cûnek stranên gelêrî yên kurdî ne
|
ketanî |
کەتانی |
kitanî, ketanî, cûnek behîvan / bahîvan e
|
ketan-û-kewan |
کەتان-و-کەوان |
kule, ketan-û-kevan. bn kule II
|
kete |
کەتە |
gir, milpan, mezin, girs, debdebe, gembolan
|
ketik |
کەتک |
bn ketk
|
ketin |
کەتن |
lêb, xap, lêhb, hîle, fêl, fen, xapandin
|
ketîre |
کەتیرە |
gezo, ava / dewê daran
|
ketk |
کەتک |
kitik / ketik [k-ya nerm], hejîrên hişkkirî
|
ketn |
کەتن |
bn ketin
|
ketû |
کەتوو |
alavek e bo kolîna coyan / cokan / kanalan
|
kew I |
کەو ١ |
kew, firrindeyê neteweyî yê kurdan
|
kew II |
کەو ٢ |
kew, saxkirina birînan
|
~ kirdin |
~ کردن |
kewandin, kew kirin
|
kew III |
کەو ٣ |
moxel, bêjing, alavek e bo bijartina t birinc yan ar ji qirşikên pîs
|
kew IV |
کەو ئڤ |
(şîn) şîn, rengê şîn
|
-kew- |
-کەو- |
-kev- (rayê dema nihoyî ji lêkera "kewtin = ketin / keftin")
|
kewa |
کەوا |
eba, hin cûn cilên dirêj
|
kewale |
کەوالە |
kavil, xopan, xerabe, wêran
|
kewan I |
کەوان ١ |
kevan, kivan (tîr û kevan)
|
kewan II |
کەوان ٣ |
(qareman) pelewan, mêrxas, çeleng, fêris, qehreman, egîd, gernas
|
kewane I |
کەوانە ١ |
1) (le nûsîn da) kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...) 2) kevane, banê ji alî binî ve mîna kevanê
|
kewane II |
کەوانە ٢ |
(pêllaw) kele, cûnek pêlavên / solên ser berfê yên ji rûlên vehûnayî çêkirî ne daku pî di berfê re kûr daneçin
|
kewankoşe |
کەوانکۆشە |
kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...)
|
kewbarr |
کەوباڕ |
têjkew, kewên sava / temenbiçûk
|
kewbaz |
کەوباز |
kewgîr, kesa/ê kewan digire û xwedî dike
|
kewbazî |
کەوبازی |
kewgîrî, nêçîra kewan, xwedîkirina kewan
|
kewbedar |
کەوبەدار |
kewlidar, ew heyama salê ya kew bi pirranî li ser daran in
|
kewçik |
کەوچک |
kefçik, kefçî, kevçik, kevçî, alavek pêxwarinê ye
|
kewçî |
کەوچی |
bn kewçik
|
kewdaw |
کەوداو |
kewdav, vedana kewekî li ber kewan daku bên nik kewa vedayî daku bên girtin
|
kewden |
کەودەن |
mejîreş, kesa/ê ti tiştî fam nake; peledîn, tirredîn, hepletiraş, delodîn, bêhiş
|
kewe |
کەوە |
şînî zelal, rengê şînî esmanî
|
kewer |
کەوەر |
cûnek pîvazterrkan e
|
kewêll |
کەوێڵ |
1) bn kepr 2) bn eşkewt
|
kewgîr |
کەوگیر |
mifsik, heskû, kefçiyek e di çêkirina xwarinê de bo têkvedanê tê bikaranîn
|
kewirk |
کەورک |
cûnek hirmiyan e
|
kewî |
کەوی |
kedî, kehî, malî, dj. kûvî, kovî
|
kewj |
کەوژ |
hez, dilbijî, daxwaz, dildarî, azwerî, arezû
|
kewjîn |
کەوژین |
kewjîn, dil bijîn, xwestin, hez kirin, dil ketin tiştekî
|
kewll |
کەوڵ |
kevl, pîst, çerm, post
|
kewmar |
کەومار |
navê cûnek marên rengzelal e
|
kewn |
کەون |
bn kon
|
kewot |
کەوۆت |
kevot, kevotk, navê darekê / terraşekê ye
|
kewş |
کەوش |
pêlav, sol, kalik
|
kewşek |
کەوشەک |
navê lîstikekê / yariyekê ye
|
kewşeken |
کەوشەکەن |
berrika / cihê pêlavan / solan / kalikan
|
kewşekon |
کەوشەکۆن |
navê lîstikekê / yariyekê ye
|
kewşen |
کەوشەن |
bazarr, cihê kirrîn û firotinê; meydan, qad, gorrepan
|
kewtin |
کەوتن |
ketin, keftin, kevtin
|
kewtû |
کەوتوو |
ketî, keftî, kevtî
|
key |
کەی |
kengî, çi demê, kinga, kingê, çi wextê, çi çaxê
|
keybanû |
کەیبانوو |
kabanî, kevanî, xanim, bermalî, jin, hurmet
|
keyf |
کەیف |
1) kêf, keyf, xweşî, şadî, zewq 2) rewş, hal
|
keyl |
کەیل |
1) xemgîr, xemgîn, têrxem, xembar 2) serxweş, mest, sermest
|
keylan |
کەیلان |
spehî, delal, bedew, şirîn, şeng
|
keyn: keynûbeyn |
کەین: کەینووبەین |
tiştûmişt: her xerîkî keynûbeyn e Her mijûlî tiştûmiştan e / Her bi hin tiştan ve mijûl e.
|
keynê |
کەینێ |
bn key
|
keys |
کەیس |
delîv, derfet, delîve, keys, şens
|
Keywan |
کەیوان |
Keywan, Satûrn (planetek e)
|
kezaxe |
کەزاخە |
kezaxe, qusandina / kurrkirina mêwên tirî
|
~ kirdin |
&نبسپ؛ ~ کردن |
kezaxtin, kezaxe kirin
|
kezî |
کەزی |
kezî, pirça / porê hûnandî
|
kê |
کێ |
kî; kê: Kê ye? Kî ye? Bo kê ye? Bo kê ye?
|
kêç |
کێچ |
kêç, spih
|
kêçawî |
کێچاوی |
kêçewî, kêçan-girtî
|
kêl I |
کێل ١ |
(berdî ser gorrekan) kêl, kevirê li ser gorrê tê vedan û pirrî caran tekstek li ser tê nivîsîn
|
kêl II |
کێل ٢ |
(kox) kol, kolik, kox, koxik, xanîkê bêserûber
|
kêllan |
کێڵان |
kêlan, bo çandinê ax (ne kûr) kolan, cot kirin, gasin lê dan
|
kêllge |
کێڵگە |
kêlgeh, zevî, cihê kêlanê
|
kêllraw |
کێڵراو |
kêlayî, (ne kûr) kolayî
|
kêr |
کێر |
kîr, xirr, pido, doqişk, organê cinsî yê mêran
|
kêrr |
کێڕ |
xet, rêz
|
kêrat |
کێرات |
kêrat, terraş, devî, tirraş
|
kêrd |
کێرد |
bn çeqo
|
kêrzil |
کێرزل |
pozbilind, difinbilind, kesa/ê xwe pirr mezin dihesibîne
|
kêrzilî |
کێرزلی |
pozbilindî
|
kêş |
کێش |
kêş, kêşandin, kişandin; giranî, qursî; kêş, pîvana helbestan
|
~ kirdin |
&نبسپ؛ ~ کردن |
kêşandin, kişandin, kêşan
|
kêşan |
کێشان |
kêşandin, kişandin, kêşan; (xayandin) vekêşan (Civîn dê du saetan vekêşe" ango "Civîn dê du saetan dirêj be)
|
kêşanewe |
کێشانەوە |
vekişandin, paşve kişandin / kêşan
|
kêşdar |
کێشدار |
dirêjvekêş, bûyera demek dirêj didome
|
kêşe |
کێشە |
1) pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem, girift, dubendî 2) ked, rênc, rêncberî
|
~ dan |
~ دان |
ked kirin, rêncberî kirin
|
kêşedar |
کێشەدار |
bn kêşdar
|
kêşk |
کێشک |
kêşik, alava tişt pê tên kişandin
|
kêşman |
کێشمان |
kêşman, dirêjker: gurîsî kêşman werîsê kêşman, werîsê li werîsek din hatiye zêdekirin daku dirêjtir bibe û bigihe ciyekî
|
kêşmekêş |
کێشمەکێش |
şerrenîx, nîgaş, gengeşe, rikmane
|
kêşran |
کێشران |
kişîn, kêşîn, hatin kişandin / kêşandin / kêşan
|
kêşraw |
کێشراو |
kêşayî, kişandî, kêşandî
|
kêw |
کێو |
çiya
|
~î agirpirjên |
~ی ئاگرپرژێن |
volkan, çiyayê agiravêj
|
kêwî |
کێوی |
kûvî, kovî (dijberî 'kedî', 'kehî'); hov, wehşî
|
kêwîle |
کێویلە |
dêm, beyar, giyayê / fêkiyê bi xwe (ne bi avdana bi destê mirovan) çêdibin
|
kêyetî, kêyêtî |
کێیەتی، کێیێتی |
kesîtî, kiyetî, nasnav, îdentîte
|
kibrît |
کبریت |
şixar, şixart, kibrît, gogird
|
kiç |
کچ |
keç, qîz, kiç, dot
|
kiçane |
کچانە |
keçane, mîna keçan yan yên keçan
|
kiçetîw |
کچەتیو |
keçsêwî, keça bav yan dayik yan herdu nînin
|
kiçeza |
کچەزا |
keçeza, nevî, zarokên keça kesekî
|
kiçênî, kiçêtî |
کچێنی، کچێتی |
keçanî, dema mirovekê ya ew tê de keç e / bû
|
kiçinî |
کچنی |
keçok, mîna keçan (t peyvek neşirîn e bo kurran / zelaman)
|
kiçke |
کچکە |
bn kiçolle
|
kiçkolle |
کچکۆڵە |
biçûk, biçûkok, biçkok
|
kiçolle |
کچۆڵە |
keçik, kiçik, keçên biçûk
|
kif |
کف |
pif
|
~ bûn |
~ بوون |
pif bûn, perçivîn, nepixîn, werimîn
|
~ kirdin |
~ کردن |
pif kirin, perçivandin, nepixandin, werimandin
|
kifin |
کفن |
kifin, kefen, cilên (t spî yên) li miriyan dikin û wan binax dikin
|
kifindirr |
کفندڕ |
kifindirrîn, ya / yê rê lê nikare bêt girtin; berxwedêr
|
kifir |
کفر |
kufur, kifir, guneh, bêîmanî
|
kifirbaz |
کفرباز |
kufurbaz, gunehkar, bêîman
|
kift |
کفت |
betilî, westî, tehibî, mandî, westiyayî
|
kij |
کژ |
demsal, werz, heyam
|
kil |
کل |
kil, dermankek reş e li mijûlankên / bijangên çavan têt dan
|
kill |
کڵ |
çêkirina cerran û alavên dî ji axê bi agirdanê
|
kila |
کلا |
bn kela
|
killaf, killafe |
کڵاف، کڵافە |
gulolk, gog, hol, tepik, benê / deziyê / rîsê li hev hatiye alandin û wek gogekê lê hatiye kirin
|
killaş |
کڵاش |
kalik, pêlava / sola serê wê ji rîs hatiye çêkirin
|
killaşçin |
کڵاشچن |
kalikker, kalikçêker
|
killaw |
کڵاو |
kulav, kum, tiştek e mirov dike serê xwe t daku serê xwe biparêze
|
killawasin |
کڵاواسن |
kumzirx, kumasin, kulavasin, kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî
|
killawçin, killawdirû |
کڵاوچن، کڵاودروو |
kulavçêker
|
killawe |
کڵاوە |
gupik, gupîtk, lûtke, serikên çiyayan
|
killawkurre |
کڵاوکوڕە |
bn killawne
|
killawne |
کڵاونە |
navê firrindeyekê ye
|
killawqij |
کڵاوقژ |
perûk, pirça / porrê çêkirok / nerastîn
|
killawzirê |
کڵاوزرێ |
kumzirx, kumasin, , kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî
|
kilçan |
کلچان |
fanos, lampe
|
kilçêwk |
کلچێوک |
kilçîv, kilçîvik, çîvê / çîvikê / pênivîskê kildanê
|
kildan |
کلدان |
1) kildan 2) kildank, cihê alavên kildanê tê de tên parastin / ragirtin
|
kildûman |
کلدوومان |
mij, moran, dû, mij û moran
|
kile |
کلە |
bn hellm
|
kiler |
کلەر |
embar, depo
|
killês |
کڵێس |
birihayî, qelihayî, qirr, nemayî; demborî, kevnbûyî
|
~ bûn |
~ بوون |
birihîn, qelihîn, qirr bûn, neman; dem lê borîn, kevn bûn, êdî kêr nehatin
|
~ kirdin |
~ کردن |
birihandin, qelihandin, qirr kirin, nehêlan
|
killêse |
کڵێسە |
dêr, kilîse, perestgeha îsawiyan
|
killêsman |
کڵێسمان |
seramîk
|
killêşe |
کڵێشە |
kefş, binkefş; gulte
|
killift |
کڵفت |
stûr, qalind; asê
|
kilîl |
کلیل |
kilîl, kilît, vekerk, enextar
|
kilîle I |
کلیلە ١ |
cihê kilîl dikin tê re
|
kilîle II |
کلیلە ٢ |
gulolika berfê, komikek berfê ya hewa bi xwe re dimeşîne
|
kilîm |
کلیم |
kilîm, xalîçe, berrik, mehfûr, merş
|
kilk |
کلک |
1) kilik, kurî, dûv, daw, kurîk, dûvik, dawik, tiştek dirêj e bi derqûna gelek cûn lawiran / ajalan / heywanan ve 2) destik, li alavên pêkarkirinê (wek bivir / das / kêr) cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê bibirre; çembil, li amanan / firaxan cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê rabike 3) (pence) til, tilî, tibl 4) (pênûs) qelem, pênivîsk
|
~ kirdin |
~ کردن |
kilik / kurî / dûv qusandin / kurt kirin
|
killo |
کڵۆ |
gumtil, gumtilk, kom, komik
|
kiloc |
کلۆج |
bn şêwe
|
killoll |
کڵۆڵ |
bextreş, bêsiûd
|
killollî |
کڵۆڵی |
bextreşî, bêsiûdî
|
killonce |
کڵۆنجە |
bn kullonce
|
killor |
کڵۆر |
xulole, dara jixwe kunek yekderî li qurmê wê heye
|
killoş |
کڵۆش |
cehê li ber gihiştinê lê yê hê nehatiye dirûn
|
killpe |
کڵپە |
qirç, qirçik, çirûsk, çirîsk (yên agirî)
|
~ lê hellsan |
~ لێ ھەڵسان |
hilbûn, (agir) berbûnê, vêketin, geş bûn
|
killpûhûrr |
کڵپووھووڕ |
gurrmij, agirê pirr gurr
|
kilt |
کلت |
navê giyayekê ye hin cûnên tilyakê jê tên çêkirin
|
kiltûr |
کلتوور |
kiltûrik, tûrikê alavên kildanê
|
kin |
کن |
nik, cem, bal, ba, def, deve; rex, tenişt: Malyan le kin malman e Mala wan li rex mala me ye
|
kina, kinaçe |
کنا، کناچە |
bn kiç
|
kinan, kinanewe |
کنان، کنانەوە |
[-kinê-] (giyayek çandî) şên nebûn, çênebûn
|
kinar I |
کنار ١ |
rex, kinar, qerax, lêwar
|
kinar II |
کنار ٢ |
kinar, navê darekê û fêkiyê wê ye
|
kine |
کنە |
lêkolîn, hûrlênerî, ezmûn, cerribandin, vekolîn
|
kinekar |
کنەکار |
lêkol, hûrlêner, ezmûnker, cerribîner, vekol
|
kinêr |
کنێر |
navê giyayekî ye
|
king |
کنگ |
qûn, paşî, pişt, derqûn
|
kingder |
کنگدەر |
qûnde, qûnder, kesê qûna xwe dide / difiroşe (herw. mecazî)
|
kinge- |
کنگە- |
1) qopik, bermayiya nayêt bikaranîn ya hin tiştan: kingecigere qopikê cigareyê, pirtika nekêşandîmayî ya cigareyê 2) kundiloşk, qut, qutok, kurt, kin: kingeçinoke kundiloşk, quto / qutê, bejnbost 3) biçûk kingeşerr pevçûn, lêkdan, lihevxistin
|
kingir I |
کنگر ١ |
kereng, kengir, giyayek xwarbar e
|
kingir III |
کنگر ٣ |
ben, dezî, ta, rîs
|
kingxilîskê |
کنگخلیسکێ |
qûndaxwişk, qûndaxwişînk, xwexwişandina jêrve li ser qûnê
|
kingxişkê |
کنگخشکێ |
qûnxwişk, qûnxwişînk, meşîna li ser qûna (t zarok dema hê nikarin xwe li ser piyan bigirin lew qûna xwe dixwişînin ta ku xwe digihînin tiştekî)
|
kinîwall |
کنیواڵ |
pîvazterrk
|
kinoşe |
کنۆشە |
bn gesk
|
kip |
کپ |
1) kip, kesa/ê bi demkî kerr, kesa/ê bo demek neberdewam tiştan nabîze 2) mit, ciyê / kesê / tiştê qet ti deng jê nayên; kip, dengek pirr kêm
|
kipene |
کپەنە |
bêkipên, bêdeng, mit
|
kipî |
کپی |
1) kipî, kerriya / kerrbûna neberdewam 2) mitî, rewşa tê de ti deng nayên bîstin
|
kirr |
کڕ |
1) kirr, mit, kerr, bêdeng, bêpêjn 2) kurk, mirîşk û çengdarên dî dema li ser hêkên xwe rûdinin daku wan bimeriqînin û çûçelokan / çêlikan jê derbixin
|
~ kewtin |
~ کەوتن |
kurk bûn
|
kiras |
کراس |
kiras; gumlek, qemûs
|
kiraw |
کراو |
kirî, hatî kirin, (ya / yê) hatiye kirin
|
kirawe |
کراوە |
vekirî, dijw. girtî
|
kirç I |
کرچ ١ |
qirç, dengê "qirçe-qirç"
|
kirç II, kirçûkall |
کرچ ٢، کرچووکاڵ |
req (fêkî / keske ji ber ku hê negihaye)
|
kird |
کرد |
kir, dema borî ji lêkera "kirdin" ango "kirin"
|
kirdar |
کردار |
1) lêker, verb 2) kirar, kiryar, kirin, kir
|
~î lêkdiraw |
~ی لێکدراو |
lêkera hevdudanî
|
~î têper |
~ی تێپەر |
lêkera gerguhêz, transîtîv verb
|
~î têneper |
~ی تێنەپەر |
lêkera gerneguhêz, întransîtîv verb
|
kirdarî |
کرداری |
kirarî, pratîkî, jiyanî
|
kirde |
کردە |
kar, xebat: Kirdey min û birdey ewe Ez dikim û ew dixwe
|
Kirdegar |
کردەگار |
Yezdan, Afirîner, Xwedê
|
kirdekar |
کردەکار |
rêveber; çêker
|
kirdewe |
کردەوە |
kirar, kir, kirin; reftar, rabûn-û-rûniştin
|
Kirdgar |
کردگار |
bn Kirdegar
|
kirdin |
کردن |
kirin
|
kirdinewe |
کردنەوە |
vekirin, dijw. daxistin, girtin, girê dan
|
kirre |
کڕە |
conî, cuhnî; destarr
|
kirrek |
کڕەک |
bêruh, nejîndar
|
kirê |
کرێ |
1) kirê 2) paletî 3) miz, heq, heqdest, meaş
|
kirêbar |
کرێبار |
kirêbar, mizê / heqê barhilgirtinê
|
kirêkar |
کرێکار |
kedkar, pale, şolker, îşker, karker
|
kirêkarî |
کرێکاری |
paletî, kedkarî, karkerî, palehî, şolkerî, îşkerî
|
kirrêne |
کڕێنە |
berzûr, zeviya ber / kevir / xij lê pirr in lew kêrî kêlan û çandinê nayê
|
kirrêş |
کڕێش |
keveşk, kepek, pab, serebêj
|
kirrêşawî |
کڕێشاوی |
keveşkî, kepekî, pabawî, serebêjî
|
kirrêwe |
کڕێوە |
berfebahoz, rewşa seqayî ya tê de bi hev re berf dibare û bayê tund tê
|
kirisp |
کرسپ |
kerefs, giyayek xwarber e
|
kirrîn |
کڕین |
kirrîn, standin, stendin, dijw. firotin
|
kirîv |
کریڤ |
heval, hogir, dost, yar; xizm, lêzim, mirov, eqreba
|
kirk |
کرک |
deşt, nizmistan, nizmgeh, rastgeh
|
kirrkewtû |
کڕکەوتوو |
1) kurk, kurkbûyî 2) pûjber, kesa/ê ketiye hizir û pûnijina û kûr difikire
|
kirrkirrage |
کڕکڕاگە |
kerrik, kirrik, kerrika guhî
|
kirm |
کرم |
kirm, kurm
|
kirmanc |
کرمانج |
kurmanc, kirmanc, kurd
|
kirmancî |
کرمانجی |
kurmancî, kirmancî, kurdî, kurdiya bakur
|
kirmawî, kirmê , kirmoll |
کرماوی، کرمێ ، کرمۆڵ |
kirmî, kirmewî, kirman girtî / xwarî, kurmî, kurmewî, kurman girtî / xwarî
|
kirmdill |
کرمدڵ |
biguman, bişik, kirmdil
|
kirok |
کرۆک |
kakil; gewer; nav, hindirr
|
kirosk |
کرۆسک |
cûnek hirmiyan çolê ye
|
kiroştin |
کرۆشتن |
kirrandin, kerritandin, bi dengê "kirre-kirr" tiştek req xwarin
|
kirot |
کرۆت |
cûnek hirmiyan e
|
kirtnak |
کرتناک |
tîrok
|
kirrûhurr |
کڕووھوڕ |
dengûdor, dengê bilind û berdewam
|
kirrûzanewe |
کڕووزانەوە |
kizîn (girîna zarokan / savayan)
|
kirrûze |
کڕووزە |
kiz, kizgirî, giriyê savayan / zarokan
|
kirryar |
کڕیار |
bikirr, kirryar, kesa/ê dikirre; mişterî
|
kisok |
کسۆک |
bn seg
|
kisp |
کسپ |
kerb, kîn, qehr
|
kispûko |
کسپووکۆ |
kerb, kîn, qehr, kerb û kîn
|
kisse |
کسسە |
kişe! bigire! (bang li se / kûçik)
|
kiş |
کش |
bn kişûmat
|
kişan |
کشان |
kişîn, kêşîn, xwe kişandin / kêşan; xwişîn; qeliqîn, velivîn, lebitîn; (stêr) darijîn, xwiricîn; jêk çûn, ji hev çûn
|
kişt |
کشت |
çandin, cotkarî, çandinî, zîraet
|
kiştek |
کشتەک |
ben, dezî, rîs, benik, ta
|
kiştgeh |
کشتگەھ |
cotgeh, çandingeh, zevî
|
kiştkar |
کشتکار |
cotkar, cotyar, çîner
|
kiştûkall |
کشتووکاڵ |
çandinî, cotkarî
|
kişûmat |
کشوومات |
mit, kirr, bêdeng, bêpêjn; bindest, çewisandî
|
kişûmatî |
کشووماتی |
mitî, kirrî, bêdengî, bêpêjnî; bindestî, çewisandinî
|
kitêb |
کتێب |
pirtûk, kitêb, kîtab
|
kitêbbaz |
کتێبباز |
pirtûkbaz, kitêbbaz, kesa/ê pirr dixwîne; kesa/ê serê xwe ji pirtûkan / kitêban venake û karek dî nake
|
kitêbevan |
کتێبەڤان |
pirtûkxanevan, kesa/ê li ber pirtûkxaneyekê kar dike
|
kitêbfiroş |
کتێبفرۆش |
pirtûkfiroş, kitêbfiroş, kesa/ê pirtûkan / kitêban difiroşe
|
kitêbxane |
کتێبخانە |
pirtûkxane, kitêbxane, ciyê pirtûkan
|
kitik |
کتک |
kitik, pisîk, pişîk
|
kitiknewtîne |
کتکنەوتینە |
belakirr, kesa/ê dixwaze her belayan peyda bike
|
kitkî |
کتکی |
kufîkî, kifîkî, rizî, genî, fistewî
|
kitûpirr |
کتووپڕ |
tavil, tavilê, di cih de, di cî de, derhal, serdanser
|
kiwê |
کوێ |
kû, kû der, kîj cî, kîjan cih: le kiwê li kû, li kû ve, li kû derê; le kiwêwe ji kû ve, ji kû, ji kû derê
|
kiwêle |
کوێلە |
kole, xulam, xizmetkar, berdestk
|
kiwêledar |
کوێلەدار |
koledar, xwediyên koleyan, kesên kole hene; kolekirî, kesên hatine kolekirin
|
kiwêledarî |
کوێلەداری |
koledarî, pergala / sîstema hebûna / kolekirina / firotina / kirrîna / xwedîkirina mirovan wek kole
|
kiwêletî |
کوێلەتی |
bn kiwêleyî
|
kiwêleyî |
کوێلەیی |
koleyî, koletî, rewşa koleyan
|
kiwênderî |
کوێندەری |
kûderî, xelkê kîj derê / deverê / bajarî / welatî: Êwe kiwênderîn? Hûn kûderî ne? Hûn ji kû ne?
|
kiwêr |
کوێر |
1) kor, kore, ya / yê nikare (ti tiştî bi çavên xwe) bibîne 2) bêûcax 3) (kaniya) hişk(bûyî)
|
kiwêrra |
کوێڕا |
(di) kû re, (di) kêrê re, çawan wa zû: Kiwêrra hatît!? Kû re hatî!? Çawan wa zû hatî!?
|
kiwêrane |
کوێرانە |
korane, mîna koran
|
kiwêraw |
کوێراو |
korav, ava hêdîka dimeşe (ya çem / rûbar)
|
kiwêrayî |
کوێرایی |
bn kiwêrî
|
kiwêrdere |
کوێردەرە |
kordere, ava / çemê / rûbarê çikbûyî / hişkbûyî
|
kiwêredê |
کوێرەدێ |
gundên varê / avarê, gundên marjînal
|
kiwêrekanî |
کوێرەکانی |
korekanî, kaniya hişkbûyî, kaniya (êdî / niha) av jê nayê
|
kiwêremar |
کوێرەمار |
koremar
|
kiwêremûşe |
کوێرەمووشە |
şêlîbîn, kesa/ê bi çavên xwe baş nabîne
|
kiwêrerrê |
کوێرەڕێ |
korerê, rêya dawî lê tê û bi derek din ve naçe; tengerê, rêya teng
|
kiwêreşeqam |
کوێرەشەقام |
korekolan, korekuçe, kuçeya / kolana dawî lê tê û bi derek din ve naçe
|
kiwêrewerî |
کوێرەوەری |
tengasî, tengavî, rewşa dijwar
|
kiwêrî |
کوێری |
korî, koreyî, kortî, korbûn
|
kiwêstan |
کوێستان |
zozan, deverên hîn(ik) yên (t koçer) havînan lê dijîn dema ji germiya li deştan direvin, dijw. deşt
|
kiwêstanî |
کوێستانی |
zozanî
|
kiwêt |
کوێت |
(hespên) kihêl
|
kiwêwe |
کوێوە |
kû ve, kû de: Le kiwêwe gerrawît? Ji kû ve vegerriyayî?
|
kiwêxa |
کوێخا |
axa, muxtar, serokê / serdarê gundekî / hozekî / êlekî / eşîrekî
|
kiwêxayetî |
کوێخایەتی |
axatî, muxtarî, serdarî
|
kix |
کخ |
kix, pîs e, nexwe, biavêje (bo bangkirina li zarokan)
|
kiz |
کز |
1) kêmron, nîvtarî, mat 2) kiz, bêhêvî, dilsar, xeyalşkestî
|
kizandinewe |
کزاندنەوە |
kuzurandin, bi êşek tûj şewitandin / sojandin / suşandin
|
kizanewe |
کزانەوە |
kuzurîn, bi êşek tûj şewitîn / suşîn
|
kize |
کزە |
jan, azar, êş, şewat
|
kiz |
کز |
rîsî, giyayê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye; solhe, birincê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye
|
kizelle |
کزەڵە |
bn kizolle
|
kizir |
کزر |
kizir, nîvziwa, erda ne herrî û ne jî toz
|
kizî |
کزی |
1) kêmronî, nîvtarîtî, matî 2) kizî, bêhêvîtî, dilsarî
|
kizolle |
کزۆڵە |
kizok, bêhêvî, dilsar
|
kîf |
کیف |
kalox, kaloxk, tişta demanceyan dikin tê de
|
kîj |
کیژ |
keç, qîz, kiç, kîj, bn kiç
|
kîjelle |
کیژەڵە |
keçik, qîzik, kiçik
|
kîjolle |
کیژۆڵە |
bn kîjelle
|
kîla |
کیلا |
bn kela
|
kîn, kîne |
کین، کینە |
kîn, nefret, qîn, dijminatî, heznekirin
|
kînedar, kînekêş |
کینەدار، کینەکێش |
bikîn, kînedar, nefretdar, kesa/ê di dilî de kîn û nefret heye
|
kîrr, kîrre |
کیڕ، کیڕە |
qîrr, qîj, qîrrîn, qîjîn, dengek pirr tûj û bilind derkirin
|
kîrrekîrr, kîrrehûrr |
کیڕەکیڕ، کیڕەھووڕ |
qîrreqîr, qîjeqîj, qajewaj
|
kîs I |
کیس ١ |
kîs, kîsk, çiwal, torbe, telîs, zerf; cizdan, berîk
|
kîs II |
کیس ٢ |
peq, pelq, porg, peqlîşk, peqik, pelqik
|
kîs III |
کیس ٣ |
bn keys
|
kîsell |
کیسەڵ |
kûs, kûsî, kûsele, req
|
kîşwer |
کیشوەر |
kîşwer, parzemîn, qita, kontînent
|
kîşwerbirr |
کیشوەربڕ |
navkîşwer, transkontînental, tişta navberî kîşweran
|
kîşwerî |
کیشوەری |
kîşwerî, parzemînî, qitayî, kontînental
|
kîtelle |
کیتەڵە |
cerrik, cerr
|
kîwar |
کیوار |
strî, dirr, giyayek çeqiktûj e
|
ko |
کۆ |
1) kom, berhev; tevayî, tevahî, hemû, giş 2) tax, mehel, pişkek / beşek ji bajarekî 3) ~î zoxall kul, derd, xem, keser, azar, ezyet, êş, jan, kovan 4) kox, çiya
|
~ bûnewe |
~ بوونەوە |
civîn, kom bûn, berhev bûn
|
~ kirdin |
~ کردن |
kom kirin, berhev kirin, civandin
|
Ko |
کۆ |
Perwîn, navê komstêrek heftstêrî ye (bi îngilîzî "Pleiades" e)
|
kobend |
کۆبەند |
kombend, civang, civîn
|
kobûnewe |
کۆبوونەوە |
kombûn, civîn
|
kocelle |
کۆجەڵە |
kas, kasik, tirar, tirark (amanek / firaxek e)
|
koç |
کۆچ |
koç, (mal)barkirin, ji ciyekî bar kirin cihek dî
|
~î diwayî |
~ی دوایی |
koça dawîn, mirin, wefat
|
koçawkoç |
کۆچاوکۆچ |
koçerî, koçkirina berdewam
|
koçek |
کۆچەک |
1) koçek, gerrok 2) koçek (hin alim û zanayên êzidiyan in)
|
koçeke |
کۆچەکە |
kum, kulav (t cûnek kulavên bo jinan)
|
koçer |
کۆچەر |
koçer, kesên bi berdewamî yan jî li gor demsalan malên xwe bar dikin û ji ciyekî diçin yek dî (t yên zivistanan li deştan û havînan li zozanan diborînin)
|
koçerêtî |
کۆچەرێتی |
koçertî, (awayê) jiyana koçeran
|
koçerî |
کۆچەری |
koçerî, mîna koçeran
|
koçî |
کۆچی |
koçî, hicrî, salnameya îslamî
|
koçker |
کۆچکەر |
koçker, gerrok, geştiyar
|
kod |
کۆد |
den, dewlik, bîdon; zerik (amanek e şîrî ji bizinan / mihan didoşinê)
|
kode |
کۆدە |
bn bac
|
kofiroş |
کۆفرۆش |
komfiroş, kesa/ê yan şirketa tiştan kom bi kom difiroşe
|
kofiroşî |
کۆفرۆشی |
komfiroşî, firotina tiştan bi kom / li ser hev
|
koga, koge |
کۆگا، کۆگە |
komgeh, civîngeh, cihê kombûnê / civînê yan komkirinê / civandinê; enstîtu; embar; dikan
|
kogawan, kogewan |
کۆگاوان، کۆگەوان |
komgehvan, civîngehvan, rêvebera/ê yan karmenda/ê komgehekê / civîngehekê
|
koje |
کۆژە |
pisto, pistok, berstu, berstuk, yax, girîvan
|
kojo |
کۆژۆ |
xirab, xopan, kembax
|
kokirdinewe |
کۆکردنەوە |
berhevkirin, komkirin, berhevkarî
|
kok I |
کۆک ١ |
kêlî, kêlîk (karê derzî û dirêziyan)
|
kok II |
کۆک ٢ |
lihev, lihevkirî, pêkhatî
|
~ bûnewe |
~ بوونەوە |
li hev kirin, pêk hatin, sulh kirin, aşt bûn
|
~ kirdinewe |
~ کردنەوە |
li hev anîn, pêk anîn, sulh pê kirin, aşt kirin
|
kok III |
کۆک ٣ |
bn koke
|
koke |
کۆکە |
kuxik, kux
|
kokekok |
کۆکەکۆک |
kuxekux, kuxîna berdewam
|
kokêtî |
کۆکێتی |
lihevkirin, pêkhatin, sulh
|
kokîn |
کۆکین |
kuxîn, dengê kuxikê jê hatin
|
koll I |
کۆڵ ١ |
1) pişt (t beşa jorîn ji pişta mirovan) 2) pişto, piştî, barê mirovek dide pişta xwe û hildigire
|
koll II |
کۆڵ ٢ |
1) goc, (kesên) destên (wan) baş naxebitin, destên nikarin tiştan zeft bikin 2) goc, reben, feqare, nejêhatî, nekar, nikar
|
kollan |
کۆڵان |
kolan, kuçe, cadde, rê, şeqam
|
kollandoz |
کۆڵاندۆز |
kolanname, kuçename, berhevoka / ferhengoka / îndeksa kuçe û kolanan,
|
kollankut |
کۆڵانکوت |
kolanî, gerrok, kesa/ê li kolanan dijî (ango ne di xaniyekî ve / ne li mala xwe)
|
kollare |
کۆڵارە |
1) (yariyeke) firrfirrok, pirrpirrok (navê pêlîstokekê ye ku têt firrandin) 2) (ballendeke) kolare, qereqûş, xertel, qertal (navê firrindeyekî ye)
|
kolle I |
کۆڵە ١ |
zarokên bavê wan miriye û dayika wan dîsan zewiciye
|
kolle II |
کۆڵە ٢ |
cehê / genimê avêtî / çandî
|
kolle III |
کۆڵە ٣ |
tenê: kolley sing hestiyê sîng(î)
|
-kolle |
-کۆڵە |
paşbendikek e wateya "pûç" / "nebaş" dide peyvan
|
kolleke |
کۆڵەکە |
stûn, dîrek
|
~ dan |
~ دان |
li ber xwe dan, xwe çirrikandin
|
koller |
کۆڵەر |
1) koler, kesa/ê tiştekî dikole 2) vekoler, lêkolîner, kesa/ê azmûnan li ser tiştan dike
|
kollewar |
کۆڵەوار |
gocewar, bi dijwarî seqet / birîndar
|
kollêk |
کۆڵێک |
2) piştoyek, piştiyek, barek piştê 2) pirr, gelek, zêde (kar, bar, berpirsiyarî)
|
kollgêrr |
کۆڵگێڕ |
piştgêrr, kesa/ê malê firotinê (t çît û qumaşan) dide pişta xwe û digerrîne û difiroşe
|
kollhellgir |
کۆڵھەڵگر |
piştohilgir, piştîhilgir, hemal
|
kollinc |
کۆڵنج |
qolinc, milreqî, êşîna ji ber reqiya navbera <st1:City><st1:place>milan</st1:place></st1:City> û patikê
|
kollincan |
کۆڵنجان |
1) qolincan, pirrjimariya "kollinc" 2) qolincan, giyadermanek e bo saxkirina ji êşa qolincê têt bikaranîn
|
kollinge |
کۆڵنگە |
patik, paşstu, pate, stukur
|
kollîn |
کۆڵین |
kolîn, kolan, kolandin; kêlîn, kêlan, kêlandin
|
kollînewe |
کۆڵینەوە |
vekolîn, lê kolîn
|
kolîsk |
کۆلیسک |
alavek e kefçiyên darîn pê tên çêkirin
|
kollît |
کۆڵیت |
kolik, xanîk, kox, koxik; stargeh, asêgeh, senger
|
kolk I |
کۆلک ١ |
kok, qurm
|
kolk II |
کۆلک ٢ |
bn amanc
|
kollkêş |
کۆڵکێش |
piştokêş, piştîhilgir
|
kollneder |
کۆڵنەدەر |
xweragir, xurt, kesa/ê (bi asanî) rê nade ku kesek zora wê / wî bibe
|
kollraw |
کۆڵراو |
kolî, qewartî, kolayî, tiştên (darên / kevirên) hatine kolandin
|
kollû |
کۆڵوو |
cûnek nanê tenûrê ye
|
kom I |
کۆم ١ |
qoz, kûz, xûz, qilûz, piştkûz, piştqoz, piştxûz, kesa/ê pişta wî daçemiyaye û rast nabe
|
kom II |
کۆم ٢ |
avsûrk, ava sûr(kirî/bûyî)
|
kom III |
کۆم ٣ |
bn ko
|
kom III |
کۆم ٣ |
bn king
|
koma |
کۆما |
qumtil, qumtilk, komikek (axê / şekirê û hwd ya) hevgirtî
|
koman, komanewe |
کۆمان، کۆمانەوە |
daçemîn, (pişt) qoz / xûz / kûz / qilûz bûn
|
komar |
کۆمار |
1. komar, cimhûriyet, cumhûriyet, pergala / sîstema dewletî ya tê de gel (bi hilbijartinên rasterê yan jî bi rêya nûnerên gel) seroka/ê dewletê hildibijêre 2. êl, hoz, eşîr 3. civak; civat
|
komarî |
کۆماری |
komarî, cimhûrî, cumhûrî
|
komawe |
کۆماوە |
qozbûyî, kûzbûyî, xûzbûyî, qilûzbûyî
|
komek |
کۆمەک |
alîkarî, arîkarî, harîkarî, harî, alî, arî
|
komekî |
کۆمەکی |
1. bn komek 2. kêrhatî, guncav; alîkar
|
komell |
کۆمەڵ |
komel, civat; kom, grûb; berhevok; cûn; birr; kerî; ref; deste; civak
|
komellayetî |
کۆمەڵایەتی |
civakî, sosyalî
|
komelle |
کۆمەڵە |
komele, komîte, sazî, rêxistin, yeketî; kom, grûb; berhevok
|
komellga |
کۆمەڵگا |
civak, tevaya têkilî û peywendiyên navbera komek mirovan t yên bi hev re çandeyek hevpar pêk tînin yan li welatek hevbeş dijîn
|
komellzan |
کۆمەڵزان |
civaknas, sosyolog
|
komellzanî |
کۆمەڵزانی |
civaknasî, sosyolojî
|
komfiroş |
کۆمفرۆش |
komfiroş, kesa/ê yan şirketa eşya li ser hev difiroşe, dijw. kitfiroş
|
komfiroşî |
کۆمفرۆشی |
komfiroş, firotina eşya li ser hev, dijw. kitfiroşî
|
komî |
کۆمی |
(pişt) qozî, xûzî, kûzî, qilûzî
|
kon |
کۆن |
kevn, dijw. nû
|
kone |
کۆنە |
kincirr, kevne, kevnekincirr, tiştên (t cilên) kevn; kevnenû, tiştên (t cilên) hatine bikaranîn lê hê pûç nebûne
|
kone- |
کۆنە- |
kevne-, yê kevn; ya / yê berê
|
konebaw |
کۆنەباو |
mêjîn, dijw. nûjen / modern
|
konefiroş |
کۆنەفرۆش |
kevnefiroş, kesa/ê yan şirketa tiştên kevnenû difiroşe
|
koneperist |
کۆنەپەرست |
kevneperest, konservatîf
|
koneperistî |
کۆنەپەرستی |
kevneperestî, perestina irf û edetên berê û dijberiya nûbûnê
|
konepoş |
کۆنەپۆش |
kinc, cil û bergên mêjîn (ne nûjen / modern)
|
konesall |
کۆنەساڵ |
pîr, salmend
|
konî |
کۆنی |
kevnî, kevntî, kevnatî
|
konîne |
کۆنینە |
kevnar, kevnare, mêjîn, dêrîn, qedîm, antîk, (tiştek zemanê) berê
|
kopan |
کۆپان |
bn kurtan
|
kopare |
کۆپارە |
kovik, qozik, xûzik, cihê bilind yê pişta hêştiran
|
kor |
کۆر |
bn kiwêr
|
korr |
کۆڕ |
1) nav, navend, hindirr 2) kom, gel, grûp 3) civîn; semînar, semposyûm Bw: Çi heye le korrê? Çi xeber hene? Çi nû heye?
|
korrge |
کۆڕگە |
civang, encûmen, şûra
|
korpe |
کۆرپە |
sava, zarok(ên nûbûyî / welidî)
|
korpele |
کۆرپەلە |
savak, zarokên hê di zikê diya xwe de
|
kos I |
کۆس ١ |
bn deholl
|
kos II |
کۆس ٢ |
bn kosp
|
kosar |
کۆسار |
koxistan, çiyastan, cihê çiyayîn / koxîn
|
kose |
کۆسە |
semasî, sêmasî, dirrindeyek avî ye (ing. shark, tirkî köpekbaligi)
|
kosp |
کۆسپ |
kosp, asteng, kend û kosp, rêya nexweş
|
kospayî |
کۆسپایی |
kospayî, erda nedûz / ne-edil
|
kospe |
کۆسپە |
bn kospayî
|
koste |
کۆستە |
1) kose, mirov bêmû (t zelamê bêrih) 2) şatir, fena, hîlebaz, fêlbaz, jîrek, şeytan
|
kostewewî |
کۆستەوەوی |
sexte, sixte, ne resen, ne rast
|
koş |
کۆش |
koş, pêsîr, hemêz, dergûşan
|
koşan |
کۆشان |
koşîn, xebitîn, dan xwe, hewl dan, mihawele kirin
|
koşiş |
کۆشش |
1) xebat, koşiş, hewl, koşîn 2) ra-anîn, rahênan, ders, temrîn
|
koşîn |
کۆشین |
bn koşan
|
koşk |
کۆشک |
koşk, koçk, eywan, dîwan, seray, qesr
|
koşyar |
کۆشیار |
koşyar, xebatker, têkoşer, koşer, hewldêr
|
kot I |
کۆت ١ |
qurm, kok (yê daran); stûn
|
kot II: |
کۆت ٢: |
kot û zincîr bend û zincîr, nîr û zincîr
|
kota I |
کۆتا ١ |
dawî, talî, kuta, kota, hew, bes
|
kota II |
کۆتا ٢ |
kurtenerî, kurtebêjî, kurtebas
|
kotan |
کۆتان |
kotan, koz, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî bo têve parastina terş û tewal
|
kotayî I |
کۆتایی ١ |
dawî, ya dawî, dawîn
|
~yî pê / dan hênan |
~یی پێ / دان ھێنان |
dawî lê anîn, bes kirin, hew kirin
|
kotayî |
کۆتایی |
texsîr, xemsarî, sersarî
|
kotell I |
کۆتەڵ ١ |
qirş, qirşik (t zîwan / reşreşk / narîcank / birabirinck û hwd yên di nav dexl yan birinc re şên dibin lê divê yên bên derxistin çiku kêr xwarinê nayên)
|
kotell II |
کۆتەڵ ٢ |
li gor hin edetan spêdeyek şînî û behiyan / taziyan e bo kesek mirî
|
kotere |
کۆتەرە |
qurmik, kokik; stûnik; serikê stûnan
|
kotir |
کۆتر |
kevok, kotir, kotirk, kevot, kevod, kevotk, navê firrindeyekê ye
|
kovan |
کۆڤان |
kovan, kul, xem, derd, keser, keder
|
kox |
کۆخ |
kol, kolik, kox, koxik, xanîk
|
koxte |
کۆختە |
bn kox
|
koxwazî |
کۆخوازی |
lihevkirin, konsensûs
|
koz |
کۆز |
1) koz, kozik, kotan, guhêrr, cihê tankirî / çeperkirî lê bêban bo têve parastina terş û tewal 2) koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar bn koze
|
kozanîn |
کۆزانین |
komzanîn, akademî
|
koze |
کۆزە |
koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar
|
kozere |
کۆزەرە |
belim, pûşk, tûşk, çeltûk, qirş, qirşik
|
koziman |
کۆزمان |
saziya / akademiya ziman
|
kozir |
کۆزر |
bn kozere
|
kuçk |
کوچک |
bn berd
|
kuçûle |
کوچوولە |
xefik, dav, tepik
|
kudelle |
کودەڵە |
bezarok, têjikên berazan
|
kuf: ~ kirdin |
کوف: ~ کردن |
pif kirin (t dema lava û dua tên xwendin)
|
kufar |
کوفار |
kafir (t pirrjimar)
|
-kuj |
-کوژ |
-kuj, paşqertafek e: piyawkuj mirovkuj, ya / yê mirovan dikuje, qatil
|
kujandinewe |
کوژاندنەوە |
temirandin, vemirandin, mirandin, birhandin, nehêlan
|
kujanewe |
کوژانەوە |
vemirîn, temirîn, birhîn, neman
|
kujaw, kujawe |
کوژاو، کوژاوە |
vemirî, temirî, birhayî, nemayî
|
kujênraw, kujênrawe |
کوژێنراو، کوژێنراوە |
bn kujraw, kujrawe
|
kujran |
کوژران |
hatin kuştin
|
kujraw |
کوژراو |
kuştî, (ya / yê) hatiye kuştin
|
kul |
کول |
ko, kuh, koh, devê / devikê (birrekan / kêran yê) xweş nabirre, dijw. tûj, xweş
|
kull I |
کوڵ ١ |
kel, pirr germ, tişta ku dikele; kel, kela dil
|
kull II |
کوڵ ٢ |
kund, firrindeyên kilikên / dûvikên wan hatine birrîn; qut, lawirên (ker / çêl û hwd yên) kuriyên / kurîkên wan hatine jêkirin yan kurtkirin; qut, kurt, kin, dijw. dirêj
|
~ pê dan |
~ پێ دان |
kel dan (tiştekî), piçekî kelandin
|
kulaf |
کولاف |
pencirrk, dest û tilên firrindeyan
|
kullan |
کوڵان |
kelîn, kel hatin (tiştekî), pirr germ bûn
|
kullandin |
کوڵاندن |
kelandin, pirr germ kirin
|
kulandinewe |
کولاندنەوە |
kulandin, êşandin, arandin, zûrandin; vekulandin, vezûrandin, dîsan kulandin / êşandin / arandin / zûrandin (t bi bîranînên têrxem)
|
kulanewe |
کولانەوە |
arîn, ariyan, zûrîn, êşîn; vearîn, vezûrîn
|
kullaw |
کوڵاو |
kelî, kelayî, keliyayî, tiştê ku keline yan hatiye kelandin
|
kule I |
کولە ١ |
kulî
|
kule II |
کولە ٢ |
kule, perdeyek e bo xweparastina ji pêşûmêşan (t dema havînan mirov li derveyî odeyan li bin kepiran dinivin / radizin)
|
kulle- |
کوڵە- |
kurte-, qut-, kin-
|
kullebes |
کوڵەبەس |
nevisî, nevis, zarokên jina kesekî yên ji mêrê wê yê berî yê niha
|
kullebine |
کوڵەبنە |
bejnqut, kin, kurt, bejnbost, qut, qutik, quto, qutê, kinê, kino
|
kullehesar |
کوڵەھەسار |
balavgeh, ciyê jin lê leşê xwe û cilan dişon (t li beravên çem û rûbaran)
|
kulemergî |
کولەمەرگی |
astengî, dijwarî; tegasî, tengavî
|
kullenan |
کوڵەنان |
sêr, efsûn, cadû, sihir
|
kullenanî |
کوڵەنانی |
sêrker, cadûbaz, efsûnkar, sihirbaz
|
kullence |
کوڵەنجە |
çoxik, êlek
|
kulepaç |
کولەپاچ |
tevir
|
kullepêç |
کوڵەپێچ |
neliv, kesa/ê nikare bilive
|
kulêre |
کولێرە |
cûnek nan e
|
kulling |
کوڵنگ |
kulîn, kûratiyek e di dîwaran re û li şûna dolaban tê bikaranîn, bb stêrrk
|
kulîçe |
کولیچە |
kulîçe, kulîparçe, xwarinek ji nan û gûzan û şekirê / xurmê yê
|
kullîn |
کوڵین |
bn kullan
|
kulk |
کولک |
kul, birîn
|
kullk |
کوڵک |
1) (pirça / porrê) qijavij, ne hilû 2) (vexwiraka) tîr
|
kullkulle |
کوڵکوڵە |
avreşînk
|
kulle |
کوڵە |
bn kule II
|
kullm |
کوڵم |
alek, gep, hinarik, rû
|
kullo |
کوڵۆ |
bn killo
|
kullok |
کوڵۆک |
kelok, tiştên baş kêrî kelînê / kelandinê tên, dijw. çirr, nekelok
|
kulloll |
کوڵۆڵ |
bn killoll
|
kullor |
کوڵۆر |
bn killor
|
kulloş |
کوڵۆش |
bn killoş
|
kullot |
کوڵۆت |
kemax, hêt, ran, qorrik
|
kulp |
کولپ |
tengasî, tengavî, rewşa dijwar
|
kullûko: ~ damirkan |
کوڵووکۆ: ~ دامرکان |
vemirîn, temirîn (çirûsk / ronahî / hest)
|
kulxan |
کولخان |
argûn, ciyê agir tê ve tê hilkirin li hindirrî xaniyan ve
|
kumse |
کومسە |
bn tiwana
|
kun |
کون |
kun, qul, kulek
|
kunar |
کونار |
kenarî, navê deviyek / terraşek strîtûj e
|
kunawder |
کوناودەر |
kunkirî, qulkirî
|
kunbirr |
کونبڕ |
hewaragir, tişta hewa nikare tê re biçe
|
kunc I |
کونج ١ |
kunc, qunc, ciyê ne ber-rê / ser-rê; kuncal, quncal, ciyê du dîwar lê digihin hev
|
kunc II |
کونج ٢ |
zîwanî, zîwanîk, çinçinî, çinçinîk; bazbazî
|
kuncên |
کونجێن |
kuncanê, navê lîstikekê / yariyekê ye
|
kuncire |
کونجرە |
cûnek giyayê mord / mûrtik e
|
kuncî |
کونجی |
kuncî (Bot. Indicum)
|
kunçik |
کونچک |
kunik, kunên hûr(ik)
|
kuncûr |
کونجوور |
bn qujbin
|
kunde |
کوندە |
bn meşk
|
kundebebû |
کوندەبەبوو |
bn kunebebû
|
kune- |
کونە- |
pêşpirtikek e wateya "kuna / kunên" ya kurmancî dide: kunegiwê kuna guh; kunelût firrnik, kunên pozan / difinan / bêvilan / kepiyan
|
kunebace |
کونەباجە |
pixêrîk, pace, kuna sobeyan, kuna li ban dûkêl tê re derdikeve derî xanî
|
kunebebû |
کونەبەبوو |
kund, bum, pepûk
|
kungî |
کونگی |
bn kotan
|
kunîle |
کونیلە |
kunik, kunên hûr(ik)
|
kunîledar |
کونیلەدار |
kunkunîk, kunkunîşk, tiştê pirr kunik / kunên hûr lê hene
|
kunkere |
کونکەرە |
kunkerk, alava kunkirinê; birxû
|
kunkiraw |
کونکراو |
kunkirî, qulkirî
|
kuntîle |
کونتیلە |
kuntîle, leqem, tunel
|
kunzeyn |
کونزەین |
delodîn, tirredîn, peledîn, netemam, aqilsivik
|
kurr |
کوڕ |
kurr, law, pis, xort, gede, sebî, kurrik, lawik. dijw. keç, dot, qîz, kiç
|
kurrane |
کوڕانە |
kurrane, lawane, xortane, gedane, sebiyane, mîna kurran / lawan / gedeyan / sebiyan
|
kurd |
کورد |
kurd
|
kurdane |
کوردانە |
kurdane, mîna kurdan
|
kurdayetî |
کوردایەتی |
kurdayetî, kurdîtî, kurdînî, hesta neteweperweriya kurdî / kurdistanî, tevgera neteweyî ya kurdan
|
kurdewan |
کوردەوان |
bn kurdşinas
|
kurdewarî |
کوردەواری |
kurdewarî, jiyana (mîna ya) kurdan
|
kurdhez |
کوردھەز |
kurdhez, kurdvîn, kesa/ê ji kurdan hez dike
|
Kurdistan |
کوردستان |
Kurdistan, welatê kurdan, deverên (pirraniya) nişteciyên wan kurd
|
kurdistanî |
کوردستانی |
kurdistanî, kesa/ê yan tişta/ê ji Kurdistanê; kurd û gelên dî yên li Kurdistanê dijîn; welatiyên Kurdistanê; kurd
|
kurdî |
کوردی |
kurdî: 1) zimanê kurdî 2) tiştê ser bi kurdan ve
|
kurdîaxêw |
کوردیاخێو |
kurdîaxiv, kurdîpeyiv: 1) kesa/ê bi kurdî diaxive / dipeyive yan dizane biaxive / bipeyive 2) kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye
|
kurdîzan |
کوردیزان |
1) kurdîzan, kesa/ê zimanê kurdî dizane 2) kurdînas, kesa/ê pispora/ê zimanê kurdî ye
|
kurdîzanî |
کوردیزانی |
1) kurdîzanî, zanîna zimanê kurdî 2) kurdînasî, pisporiya li ser zimanê kurdî
|
kurdîziman |
کوردیزمان |
kurdîziman: 1) kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye 2) tişta bi zimanê kurdî ye
|
kurdînî |
کوردینی |
bn kurdayetî
|
kurdkuje |
کوردکوژە |
navê cûnek xurmeya / qespên bêxêr / nexweş e
|
kurdperwer |
کوردپەروەر |
kurdperwer, kesa/ê dilsoza/ê doza kurdan e
|
kurdşinas |
کوردشناس |
kurdnas, kurdevan, kurdolog, kesa/ê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan dike, kesa/ê li ser (jiyana) kurdan pispor e
|
kurdşinasî |
کوردشناسی |
kurdnasî, kurdevanî, kurdolojî, karê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan
|
kurdziman |
کوردزمان |
bn kurdîziman
|
kurrgel |
کوڕگەل |
xort, kurrgel, komek kurran / lawan
|
kurre |
کوڕە |
kurro! lawo! (bangkirina li kurran / lawan)
|
kurek |
کورەک |
nîvek, nav(a tiştekî), navik, navend
|
kurreza |
کوڕەزا |
kurreza, lawza, zaroyên kurrê kesekî, nevî
|
kurrezaza |
کوڕەزازا |
kurrezaza, lawzaza, zaroyên zaroyên kurrê kesekî, nevîçirrk
|
kurrêtî |
کوڕێتی |
1) kurrtî, kurrîtî, xortanî, xortî, lawanî, lawtî 2) tolazî, tûletî 3) kurrgerrî, karê keç dibin pey kurran
|
kurk |
کورک |
kurk, cilek e ji hiriya / pûrtê hin heywanan têt çêkirin
|
kurrk |
کوڕک |
bn ciwanû
|
kurkandin |
کورکاندن |
kinkinîn, bi kinkinkî girîn / nalîn
|
kurke, kurkekurk |
کورکە، کورکەکورک |
kin, kinekin, kinkin, giriyê / nalîna kinkinkî
|
kurrkurre |
کوڕکوڕە |
kolare, qereqûş, xertel, qertel, qertal, navê firrindeyekî ye (zool. Milvus)
|
kurrnûş |
کوڕنووش |
tewîn, çemîn
|
~ birdin / kêşan |
~ بردن / کێشان |
(bejna xwe li ber kesekî / tiştekî) tewandin / çemandin
|
kursî |
کورسی |
kursî, rûniştek, cihê liserrûniştinê; kursî, text, cihê rûniştina mîr / serok
|
kurt |
کورت |
kurt, kin, qut, gurc. dijw. dirêj
|
~ û kirmancî |
~ و کرمانجی |
kurt û kurmancî, rasterast, bêyî dirêjkirin, bi sadeyî
|
kurtan |
کورتان |
kurtan, palik, hawid
|
kurtandirû |
کورتاندروو |
kurtançêker, kurtandirû, kesa/ê kurtanan didirû
|
kurtbirr |
کورتبڕ |
kurtbirr, kurt û kurmancî, bi kurtî
|
kurtbirrî |
کورتبڕی |
kurtbirrî
|
kurtbîn |
کورتبین |
kurtbîn: 1) ya / yê ku çavên wê / wî tiştên li dûr (baş) nabînin 2) ya / yê ku (baş) li encamên karekî nikare binirxîne. dijw. dûrbîn
|
kurtbînî |
کورتبینی |
kurtbînî
|
kurte |
کورتە |
kurte, kurtebêje
|
kurteballa |
کورتەباڵا |
bejnkurt; bejnbost
|
kurtebine |
کورتەبنە |
kurtik, kinik, qutik, hûrik, hûrkok, qutok
|
kurtek |
کورتەک |
qutik, êlek
|
kurtim |
کورتم |
qut (zelam: quto; jin: qutê), kinik, kurtik, bejnbost, kurt û qelew
|
kurtî |
کورتی |
kurtî, kinî, qutî, gurcî
|
kurtîle |
کورتیلە |
kurtik, kinik, qutik, kurtok, pirr kurt / kin / qut
|
kurtîle- |
کورتیلە- |
kurtike-: kurtîleçîrrok kurtikeçîrok, çîrrokên pirr kurt
|
kuşinde |
کوشندە |
kujer, kujende, bikuj (tiştê dikare bibe sedema kuştinê wek jehr)
|
kuştar |
کوشتار |
kuştar, kujî, karê kuştinê
|
kuştbendan |
کوشتبەندان |
komkujî, kuştina gelekan bi carekê
|
kuşte I |
کوشتە ١ |
kuştî, mirandî, birhandî, telaftî, telifandî, qetlkirî
|
kuşte II |
کوشتە ٢ |
gêç, cis, ces
|
kuştera |
کوشتەرا |
rende, planya
|
kuştin |
کوشتن |
kuştin, mirandin, telaftin, telifandin, birhandin, qetl kirin
|
kut |
کوت |
pirt, pert, qet, ker, parçe, parî, pirtik
|
kutall |
کوتاڵ |
pertal, kerkon, qerpal, eşya
|
kutan |
کوتان |
1) qutan, kutan: a) lê dan, lê xistin b) hûr kirin, hûr-hûr kirin c) derzî lê dan, şirînqe kirin 2) (~ be zewî da) avêtin erdê, li erdê dan
|
kut-kut |
کوت-کوت |
kut-kut! (bangkirina li seyan / kûçikan e: "were vir")
|
kutûmit |
کوتوومت |
tam, tam wa, eynî
|
kutûpirr |
کوتووپڕ |
tavilê, di cî de, bi lez
|
kuwa, kuwanê |
کووا، کووانێ |
ka, kanê, li kû ye
|
kuwang, kuwanû |
کووانگ، کووانوو |
kuçk, cihê li derve agir lê hatiye hilkirin; argû, cihê li hindirr agir lê têt hilkirin
|
kuz |
کوز |
quz, virçik, zî, zîlik, poz (endama cinsî ya mêyan)
|
kuzan |
کوزان |
kuzirîn, kuzîn, suşîn, şewitîn, sotin, kuziryan
|
kuzandin, kuzandinewe |
کوزاندن، کوزاندنەوە |
kuzirandin, kuzandin, sujandin, şewitandin, sotin
|
kuzanewe |
کوزانەوە |
bn kuzan
|
kû |
کوو |
çawan, kusan, çilo, çawa, kusa, bi çi awayî bn çon
|
kûçe |
کووچە |
kuçe, kolan, cadde, şeqam, şarih, rêyên nav bajar yan gund (t yên çîmento- yan kevirkirî)
|
kûkele |
کووکەلە |
kulind, kundir
|
kûkû |
کووکوو |
kûkû, dengê pepûkan
|
kûkûkere |
کووکووکەرە |
pepûk, kund, bum, kûkûk
|
kûnî |
کوونی |
1) qûnde, qûnder 2) bêkulek, newêrek, newêrok, bizdok
|
kûp |
کووپ |
kûp, amanek e çay / qawe / av pê tê vexwarin
|
kûpe |
کووپە |
kûp, kûpe, tas, tirar (amanek e)
|
kûpelle |
کووپەڵە |
kûpik, tirarok, tasik, kûpê biçûk
|
kûr |
کوور |
kûr [k-ya nerm], nêriyê xort ku êdî ne gîsk e lê hê nebûye nêriyê temam (Ji yên mê re bi kurmancî "tiştûr / tiştîr / teştîr / tuştîr" û bi soranî "tiştîr / çiştîr" tê gotin.)
|
kûrr |
کووڕ |
çemiyayî, tewiyayî; xwar, xwehr, xêl; badok; qoz, xûz, qilûz, kûz; rizde, nişîviyê asê
|
~ bûnewe |
~ بوونەوە |
girrêl bûn, gindirrîn
|
kûre |
کوورە |
agirdank, ciyê agir: argûn, di mal ve ciyê agir tê de tê hilkirin; kuçik, li derî xanî ciyê agir lê tê hilkirin
|
kûreperxane |
کوورەپەرخانە |
bn kûre
|
kûrexane |
کوورەخانە |
bn kûre
|
kûz |
کووز |
ker, parçe, pirt, par (t ji hin fêkiyan mîna sêv / pirteqal)
|
kw... |
کو... |
bn kiw...
|