Gotûbêj:qedexe

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliyê Bibliophile ve di mijara Nîqaşa Bikaranîna Qedexeyê de

Nîqaşa Bikaranîna Qedexeyê biguhêre

Bi kurtî di zimanê Kurdî de du wateyên peyva “derbend”ê hene. Her du jî nêzikî hev in: 1) Derbend bi wateya “memnû”, ango “qedexe” ye. 2) Derbend bi wateya dera asê, zinar, gelî an zixur e. Qasî ku ez dizanim, peyva “qedexe,” 10 -15 salên dawî, bi taybetî bi riya medyayê belav bû. Dibe ku Kurdên Ermenîstanê ji zû ve bikartînîn. Lêbelê di edebiyata me ya klasik de ev peyv tune. Di edebiyata me û zimanê çîrokên me de “derbend” heye. Me divê ku em li peyva xwe xwedî derkevin. Bextê we me dev ji peyva “qedexe” ya ku fonetîka wê nexweş e û bilêvkirina wî zêde li bejn û bala zar û zimanê me nayê berdin. Li peyva xwe, li milkê xwe “derbend”ê vegerin. Jixwe derbendiyên li ser zimanê Kurdî gellek in, hûn jî derbendiyekê daneynin ser vê peyva me ya şêrîn û delal. (Abdullah Kiran, Ne ‘qedexe' ye, ya rast ‘derbend’ e)

--Bibliophile (gotûbêj) 13:19, 24 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "qedexe".