Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şêx şêx
Îzafe şêxê şêxên
Çemandî şêxî şêxan
Nîşandera çemandî şêxî wan şêxan
Bangkirin şêxo şêxino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şêxek şêxin
Îzafe şêxekî şêxine
Çemandî şêxekî şêxinan

şêx nêr

  1. serokek dînî ye
    • Goya aba û ecdadêd (bav û bapîrên) wan, mirovine salih (genc û welî) û şêx bûne. Lakîn niha eve ewladêd (torinên) wan cahil û bêedeb û nezan dibin. Lakin i'tibara wan li nik Ekradan qewî zêde zaf heye. Malêd şêxan li çolê jî bimîne nadizin û nêzûk nabin û ji xeberêd şêxan bidernakevin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. ?, ISBN 9789944360678)
    • Texmîs-i Laxer ber xezelê »Şêx Ehmed«
      Remzek ji nesîmê li çemin da û xwişî
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
  2. serokek eşîrî ye
  3. peyvek rêzgirtinê ye bo zelaman

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî شيخ(şeyx, şêx, pîr, mirovên temenmezin) ji rehê شاخ(şaxe, pîr bûn, mezin bûn). Bo têkliya maneyê di navbera "pîrî" û "serokatiya dînî" de, bide ber peyva "pîr" ya îranî ya bi herdu wateyan û herwiha peyva "keşîş" ji îbrî קשיש(keşîş, pîr).

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.