Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çiya çiya
Îzafe çiya çiyayên
Çemandî çiya çiyayan
Nîşandera çemandî çiya wan çiyayan
Bangkirin çiyayo çiyayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çiyayek çiyayin
Îzafe çiyayekî çiyayine
Çemandî çiyayekî çiyayinan
 
Agirî, bilindtirîn çiyayê Kurdistanê.
 
Everest, bilindtirîn çiyayê dinyayê

çiya nêr, ç-ya nerm

  1. (erdnîgarî) Cihên ku bi kîlometreyan ji derdorên xwe bilindtir in û serên wan bi awayekî giştî tûj û kevirîn in.
    Ev hinek çiyayên Kurdistanê ne: Agirî, Cûdî, Gare, Herekol, Metîn, Qendîl, Sîpan...

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Çemandî biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

  • Adarê, meşke li darê, ne li vir li çiyayê Şingarê
  • Bela xelkê ji çol û çiyan tê, ya min belengazê Xwedê ji ber lingên min tê
  • Bûye çiyayê Sîpanê, serê xwe dananê. (natewîne)
  • Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe
  • Çavê dê û bava li ewladan, çavê ewlada li çiyayê Qaf
  • Çiya naçe, dewrêş diçe
  • Çûm li serê çiya, zûriyam weke gura, birazî nabin bira
  • Di navbera wan de çiya hene
  • Dilê dê li ser dotê, yê dotê li ser çiyayê Qaf
  • Ez çiya û tu çiya, golik ma bê giya
  • Ji weynê jinan çiyayê Cûdî xwar bûye
  • Keçika bêbav, çiyayê bêav
  • Keçika be dê wek çiyayê bê rê
  • Keça bê dê, çiyayê bê rê
  • Kerguh ji çiyê xeyidiye, çiya haj pê tune
  • Ku agir li çiya ket, ter û hişk tev de dişewitin
  • Pişta xwe kutaye çiyayê bilind
  • Xwedê çiyan jî tenê neke

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha kurdiya başûrî çiga, çixa, farisî چکاد(çekad, gupik, şilk, lûtke), pehlewî çikad, çekat, hemû ji zimanên îranî, bi îraniya kevn *čakāta-. Bi texmîna Tsabolov herwiha hevreha sanskrîtî ककुद् (kakúd: gupik, lûtke) û latînî cacūmen (gupik, lûtke)... hemû ji proto-hindûewropî *ka-kut- yan jî zimanên îranî peyv ji akadî 𒊕𒁺 (qaqqadu) wergirtiye. Peyva akadî hevreha peyva îbranî קדקוד (qodqod) û ugarîtî 𐎖𐎄𐎖𐎄 (q'dq'd) e. Peyva akadî wek գագաթն (gagatʿn: şilk, gupik) ketiye ermenî jî.

K di zimanên îranî de berê dibû Ç loma guherîna K/Q bi Ç diyardeyeke normal e. Berê di hemû zimanên îranî de K-ya hindûewropî dibû Ç/S, niha jî heman diyarde bo nimûne di soranî û di zazakiya Dêrsimê de maye. Bo nimûne: zazakiya giştî keye > zazakiya dêrsimî çê (mal, xanî) yan soraniya giştî kwê > soraniya hin deveran çwê (kû, kû der, çi cih).

Guherîna K-ya li nava peyvê pêşî bi G (bo nimûne pehlewî çekat û kurdiya başûrî çiga) jî awayekî dengguherînê yê berbelav e û guherîna G bi Y (wek kurdiya başûrî çiga û kurmancî çiya) dîsa fenomeneke mişe ye. Ketiya D li nav an dawiya peyvê piştî vokalan jî diyardeyeke berbelav e ku kurdî ji farisî ferq dike (bo nimûne farisî bad, bûd lê kurdî ba, bû).

Bikaranîna peyva çiya di kurdî de tenê di kurmancî de berbelav e. Di zazakî de qet peyda nabe, di soranî de tenê wek peyveke ji kurmancî wergirtî di hin berhemên nivîskî de tê dîtin. Di kurdiya başûrî de jî pir kêm tê bikaranîn. Di farisî de jî peyva چکاد(çekad) kêm tê nasîn û bikaranîn.

Di soranî de bi wateya çiya bi piranî peyva شاخ(şax) tê bikaranîn.

Di zimanên niha û kevn yên îranî de bi piranî ev peyva hevreh li kar e/bû: zazakî ko, belûçî کوہ‎(koh), farisî کوه(kûh), tacikî кӯҳ (küh), pehlewî 𐭪𐭥𐭯‎ (kōf), hexamenişî 𐎣𐎢𐎳 (kaufa), avestayî 𐬐𐬀𐬊𐬟𐬀‎ (kaofa). Ew wek peyveke serbixwe di kurmancî de êdî nayê bikaranîn lê di peyvên kurmancî kovî / kûvî de maye. Di soranî de ew wek کێو‎(kêw) heye lê pir kêm tê bikaranîn lê di soranî de jî di peyvên کێوی(kêwî) (kovî, kûvî) û کوێستان(kwêstan) (zozan) heye û tê bikaranîn.

Bo H di farisî de beramberî V di kurmancî de (farisî kohî, kurmancî kovî, kûvî) bidin ber: kulav, kevn, dev.

Heman peyva îranî wek कोह (koh) ketiye hindî û wek کوہ‎(koh) jî ketiye ûrdûyî.

Çavkanî:
  • Հրաչեայ Աճառեան / Հրաչյա Աճառյան ՀԱՅԵՐԷՆ ԱՐՄԱՏԱԿԱՆ ԲԱՌԱՐԱՆ [Hraçya Açaryan: Ferhenga etîmolojî ya ermenî] (bi ermenî)
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • لغتنامه دهخدا [Ferhenga Dihxoda] (farisî-farisî): [1]
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Binêre herwiha biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Cînav biguhêre

çiya

  1. çi ya, çi tişta, çi kesa:
    Ew çiya te heye? (Ew çi kesa te ye?)
    Te çiya xwe winda kiriye? (Te çi tişta xwe hinda kiriye?)

Têkilî biguhêre